'Em ê pergela Îmraliyê perçe bikin, Serok Apo azad bikin'

  • 19:22 9 Cotmeh 2017
  • Rojane

EFRÎN_Bi armenca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan bi hezaran şêniyên herêma Efrînê meşek li dar xistin. 

Di Bi dirûşma"Em ê pergela Îmraliyê perçe bikin,Serok Apo azad bikin" Tevgera Civaka DemokratîkTEV - DEM, Kongra Star ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî  li herêma Efrînê meşek li dar xistin. Meş bi tevlîbûna kongira star, YPJ/YPG'ê , hêzên Asayîşê, ciwan, û tevahî sazî û dezgahên rêverberiya xweser hat lidarxistin. Meşê ji qeda Newroz dest pê kir û bê navber bi dirûşmên"Bê serok jiyan nabe","Bi can bi xwîn em bi te re ne Ocalan" heta qeda şehîdan dewam kir.
 
Girseya gel wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan û pankartin bi nivîsên"Azadiya Rêber Apo misogeriya pêkanîna aşîtiya cihanî ye", "komploya li ser Rêber Apo komploya li ser mirovatiyê ye", "Azadiya Rêber Abdullah Ocalan misogeriya bi dawîbûna hemû kirîzên Rojhilata Navîn e"hilgirtin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê, Rêveberiya Kongra Star Rûşîn Îbo û Hevserokê TEV_DEM'ê Ehmed Silêman axivîn.
Di axaftinan de komplo hat şermezarkirin.  
 
Mêş bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû