'Şaredarî saziya herî bingehîn a avakirina sîstema demukratîk e

  • 16:42 9 Cotmeh 2017
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
TIL TEMIR- Rêveberiya jin a şaredariya gel Ronaz Emîn derbarê kar û xebatA jinan û rola wan di şaredariyê de nirxandin kir û got;" şaredarî ji bo xizmet û çareserkirina pirsgirêkê gel xebatê dikê."
 
Bi armanca xizmeta gel di sala 2013'an de li her sê herêmên Bakurê Sûriyê Şaredariyên Gel hatin avakirin û di nav de Buroya jinê jî hat avakirin. Têkldarî mijarê Rêberberiya jinên şaredariya Gel Ronaz Emîn a bajarê Til Temir yê herêma Cizîrê kar û xebatê xwe nirxand. 
 
Roza  da zanîn ku bi keda jinê xebatên Şaredariyê pêş dikievin û wiha domand" Jin rolek pir giring di xebatên şaredariyê de dilîze. Di hemû beşên şaredariyê de jin cihê xwe digirin.  Her heftê rojekê em bi hev re perwerdeya xweser dibînin.  Ji bo bi awayekî paştir em xebata xwe  bimeşînin."
 
Ronaz diyar kir ku pirojeyên wan yên xweser ji bo vê salê di hundir şaredariyê de û wiha got" pirojiyek me ku tevahî jinên di şaredariyê de fêrî ajotina  bibin,  her wiha em niha amadekariya konferansê xwe yê duyemîn dikin. "
 
Ronaz di dawiya axftina xwede wiha got "Aramnca me ji avakirina şaredariyên gel ew e ku em xizmeta gelê xwe bikin ."