Ebru Gunay: Heqîqet û berxwedan tecrîdê vala derbixe

  • 16:02 9 Cotmeh 2017
  • Rojane
STENBOL – Heyeta KCD’ê bi wesîleya salvegera 9'ê Cotmehê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriyê hat derxistin Buroya Hiqûqê ya Asrinê ziyaret kir. Şandeyê di hevdîtinê de bal kişand ser astengkirina li ser hevdîtina Abdullah Ocalan û wiha got: “Ji bo em vê tecrîdê ji holê rakin divê em dengê xwe bilind bikin û derkevin qadan.”
 
Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk û endamên heyeta dîwanê bi wesîleya 9’ê cotmeha 1998’an ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi hevkariya navneteweyî ji Sûriyeyê derxistin Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya li Taksîmê ziyaret kir. Di serdanê de daxuyaniyên hevpar hatin dayîn.
 
Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ebru Gunay diyar kir ku serdana KCD’ê gelek watedar e û got: “Ev serdan jî nîşaneya ku em ku şopdarên komploya navnetewî ya 9’ê cotmehê ne.” Ebru da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê di 9’ê cotmehê de dest pê kir bi 15’ê sibatê dewam kir û wiha axivî: “Pêvajoya 9’ê cotmehê û 15’ê sibatê bandorek mezin kir. Herî zêde jî vê bandorê li ser çarenûsa erdnîgariyê kir. Dixwazin bi tecrîda girankirî kurdbûna azad hedef bigirin. Bi astengkirina hevdîtin û tecrîdê pêşiya fikr û ramanên Brêz Ocalan asteng bikin. Gelê kurd bi israr e ku teza Brêz Ocalan a Modernîteya Demokratîk ava bike. Çawa ku ev komploya navnetewî vala derket, dê lêgerîna kurdbûna azad, lêgerîna heqîqetê û ya herî girîng jî dê berxwedan bi xwe jî tecrîda li Îmraliyê vala derbixe.” 
 
Hevserokên KCD’ê jî axivîn û gotin ku; divê ev tecrît ji holê bê rakirin û Abdullah Ocalan bê berdan.