Şêniyên herêma Firatê li dijî komployê meş li dar xistin

  • 15:20 9 Cotmeh 2017
  • Rojane
KOBANÊ- Bi hizaran şînîyên hrerêma Firatê bi armanca şaermezarkirin Komploya Navneteweyî a li dijî rêber PKK'ê Abdullah Ocelan  meşek li darxistin.
 
Bi hezaran şênîyên kantona kobanê û Girê sipî a herêma Firatê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî a li dijî Rêber Apo meşek li dar xistin. Meş bi tevlîbûna Kongira Star, TEV-DEM, Asayîş, hêzên leşkerî, ciwan, û tevahî endamên sazî û dezgerhên Rêberberiya Xweser hat lidarixistin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Kongira Star, TEV-DEM, YPJ,YPG, PYD'ê hatin hildan. Meşê ji kolana 482'ê dest pê kir. Di meşê de  durşma " Wê zindana Îmraliyê nikaribe me û Serokê me ji hev biqtîne" hat berzkirin û girseya meş li dar xist heta Qada Jina Azad a li Kobanê berdewam kir.
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê PYD'ê Salih Muslim axivî. Li ser navê Rêxstina Kongira star jî Şîlan Ehmed axivî û wiha got" Bi firkêN Rêber Apo îro şoreşa Rojva/Bakurê Sûriyeyê bi serket. Çareseriya doza kurdan û pirsgirêka Rojahelata Navîn bi azadiya rêber Apo girdayî ye. Ji ber wê em ê hata dawî têkoşînê bidin ji bo ku em Rêber Apo rizgar bikin." 
 
Meş bi dirûşmên" bijî serok Apo", Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.