Ji bo rûniştina doza Rojnameger Meşale Tolu banga tevlêbûnê
- 15:08 9 Cotmeh 2017
- Rojane
STENBOL - Ji bo rûniştina doza Wergêrvana serwîsa nûçeyên derve ya Nûçeyên Ajansa Etkînê (ETHA) Meşale Tolu ku 5 mehin girtî ye û di 11'ê Cotmehê de derdikeve pêşberî dadgehê banga tevlêbûnê hat kirin.
Wergêrvana serwîsa nûçeyên derve ya Nûçeyên Ajansa Etkînê (ETHA) Meşale Tolu 5 mehin girtî ye. Rûniştina doza Meşale dê di 11'ê Cotmehê de li 29'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. Beriya rûniştina doza Meşale malbat û hevalên wê li şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de bavê Meşale Tolu Alî Riza Tolu û hevalên wê amade bûn. Li salona ÎHD'ê pankarta "Rojnamegeri ne sûc e. Ji Meşale Tolu re azadî" hat vekirin. Midûra Karên Nivîsan a ETHA'yê Derya Okatan daxuyanî da. Derya, bal kişan ser rastiya çapemeniya azad û wiha got: "Ji Hasan Fehmî heta Musa Anter, ji Rupen Sevag heta Hrant Dink, ji Huseyin Deniz heta Metin Goktepe bi sedan şehîdên çapemeniyê hene. Bi kuştin, sansur û girtinan xwestin bigirin. Xwestin tune bikin û bêdeng bikin. Ev rastiya çapemeniya azad e." Derya, herî dawî anî ziman ku doza Meşale di 11-12'ê Cotmehê de li 29'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê tê dîtin û xwest her kes beşdarî rûniştina doza Meşale Tolu bibe.
Bavê Meşale Tolu Ali Riza Tolu jî anî ziman ku keça wî Meşale dîl hatiye girtin û wiha got: "Ez 40 sale li ewropa dijîm. Heta niha rastî tiştekî wisa nehatime. Ewil digirin û piştre li delîlan digerin. Ev nîşaneya bê hiqûqiyê ye."








