Ji 7 jinên hatibûn binaçavkirin ji wan 2 jin birîndar in!
- 12:42 9 Cotmeh 2017
- Rojane
MÊRDÎN - Li Qoserê di encama serdegirtina malan de 7 jin bi derp û heqaretê hatibûn binçavkirin. 7 jinên ku bi derbkirinê hatin binçavkirin li mudiriyeta polîsan bi rojan e bê sedem tên girtin.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 5'ê Cotmehê de di encma serdegirtina malan de 7 jin bi derbkirin hatibûn binçavkirin. Li gorî idîayan polîsan li ser îxbarê li kolana Musa Anterê wesayitek sekinandin. Polîsên ku wesayit sekinandin xwestin ku 2 jinên di wesayitê de binçav bikin û jinek ji lingê wê birîndar kirin û li gel jinan birîdar jina din jî binçav kirin. Der bi hinceta lêkolîna bûyerê polîsan li taxê bi ser gelek malên din de jî girt û di encma vê serdegirtina polîsan de, jina bi navê Guler Oney û keça wê Fatoş Oney a 16 salî, Samya Akman û keça wê ya navê nehat diyarkirin a 17 salî û 2 jinên xwediyê xanî hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku polîsan di dema legerîna malan de Fatoş Oney a 16 salî derp kirine û hat aşkerakirin ku Fatoşê ji serê xwe derb xwariye. Polîsên ku Fatoşê derb kirin ew binçav kirin. Jinên ku hatin binçavkirin birin miduriyeta polîsan. Ji van jinên ku hatin binçavkirin 2 jinan hatin berdan. Der barê binçavkirina jinan de tu agahî nehat girtin û hat diyarkriin kesekî bi jinan re hevdîtin nekiriye.








