Bi rihê jina azad û neteweya demokratîk komplo vala derket

  • 12:29 9 Cotmeh 2017
  • Rojane
Rûken Goman
 
GIRKÊLEGÊ- Endama Rêberberiya Komîteya Perwerdê Rîhan Loqo derbarê komploya navneteweyî a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan de nirxandin kir û got;" Ev komploya li ser Rêber Apo li ser tevahî Rojhelata Nevîn e, ji ber ku fikira azad û çareseriya Rojhelata Navîn di paradîgamaya Serokatî de ye."
 
Endama Rêverberiya komîteya Perwerdê Rîhan Loqo komplo nirxand û da zanîn ku bi rihê jina azad û têkoşîna gelê kurd komplo vala hat derxistin.
 
'Kaniya fikir û ramanên azad Rêber Apo ye'
 
Rîhan komplo bi tundî şermezar kir û Wiha got: " Komploya 9'ê Cotmehê  li ser mêmarê azadiyê Rêber Apo ku diha xwestin di kesayeta Rêber Apo de gelê kurd tune bikin pêk hat. Komplogeran dixwest  kaniya fikir û raman bidin seknandin. Ji ber ku di zanebûn bi yek perspektîfê be jî Rêbertî çareseriya pirsgirêkên Rojhelata Navîne."
 
'Divê jin zêdetir ji bo azadiya Rêbertiyê têkoşînê bidin'
 
Rîhan da zanîn ku hêzeên komploger li her 4 parçeyên Kurdistanê siyasetek tayîbet û qirêj dimeşînin. Rîhanê diyar kir ku bi siyaseta ku li girtîgeha Îmraliyê tê meşandin  dixwazin felsefiya Rêber Apo ji cîhanê dûr bikin û wiha got:"  Tecrîda giran ku niha dewleta tirk li ser Rêber Apo dimeşêne wê tu carî nikarîbe gelê kurd ji Rêbertî qut bike, ji ber ku Serokatî bi fikrêN xwe her bi mere dijî. Rêber Apo bi taybetî jî ji bo azadiya jin felsefeyeke nû derxist holê. Ji bo wê jî pêwiste tevahî jin ji bo azadiya Rêbertî têkoşînê bidin."