'Jin wê heta Azadiya Rêber Apo di çalakiyan de bin'

  • 12:06 9 Cotmeh 2017
  • Rojane
Lîlav Elî
 
EFRÎN-Jinên êzîdî û jinên Ciwan li herêma Efrînê komploya navneteweyî a li dijî Rêber PKK'ê Abdullah Ocelan bi tundî şermezar kirin.
 
Di 9'ê Cotmeha 1998'an de komplo li dijî Rêberê PKK'ê pêk hat û  ev 19 sal in li zindana Îmraliyê di nava şert û mercên zehmet de weke rehîneyekî siyasî tê girtin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  bi fikir û ramanên xwe çaerseriya Rojhelat Navîn Di pergala neweta demokeratîk de dît, lewoma her dewletên komploger ji fikirê wî di nav metirsiyekê de bûn. Têkldarî Kompoloya Navneteweyî jinên êzîdî û ciwan ên herêma Efrînê jî nerînên xwe anîn ziman.
 
'Dewletên desthilat dar ji projeya Rêber Apo ditirsiyan'
 
Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyan Eyşa Hiso tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got" bi zanebûn komplo li ser serokatî hat kirin, ji ber ku dewletên desthilatdar ji felsefeya Rêber Apo ditirsiyan. Hêza kurda piştî komployê jî têk neçû û tevahiya gelê kurd rabû ser piyan niha bi hezaran mirov  xwe li ser fikir û ramanên Rêber APO perwerde dikin."
 
"Em ê tevahî jinên cîhanê pêş bixin"
 
Rêveba Yekîtiya Jinên Êzîdî Rehîma Dedo jî komplo şermezar kir û got" Wekî jinên êzîdî em her li ser Felsefiya Rêber Apo dimeşin, em ê tevahî jinên cîhanê jî pêşbixin. "
 
'Divê saziyên mafên mirovan ji bo azadiya Ocalan bikevin tevgerê'
 
Her wiha Rêvebera Komîteyê Mamosteyan Nesrîn Gulêxeyrî jî destnîşankir ku komplo di encama lihevkirina bi dehan dewletên desthilatdar û komploger de pêk hat û  ev tişt got :"Dawletên Navneteweyî xwestin di kesayeta Rêber Apo de doza kurdan û şoreşa gel tune bikin. Lê vîna gelê kurd ev pilanên qirêj vala derxist. Divê saziyên mafên mirovan ji bo azadiya Rêber Apo bikevin tevgerê."
 
'Bi berxwedana Rêber Apo komplo vala hat derxistin'
 
Rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan Nisrîn Eloş jî  derbarê komployê de nêrîna xwe wiha anî ziman:"Em deyndarê keda Rêber APO ne j iber ku di felsefeyaxwe de maf da hemû jinan, ku rola xwe di hemû warên jiyanê de bilîyizin". Rêber APO li kêleka gelê kurd bi berxwedaniya xwe di hundirê zîndana faşîstên tirk de, komploya navnetewî vala derxist."
 
'Wê çalakiyên me berdewam bin' 
 
Her wiha Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Yasmîn Husên tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocelan şermezar kir û da zanîn ku hemleya Jinên Ciwan a li ser asta Rojava ya bi navê "Keda Serokê xwe biparêze" wê berdewam bik  heta Rêber Apo ji zîndana îmlaliyê azad bibe. 
 
'Li hemberî tecrîdê bêdeng namînin' 
 
Her wiha Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan a navçeya şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê Ronahî Dîdar jî da xuyakirin  ku jinên ciwan tu carî qebûl nakin ku li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo bê deng bimînin, wê her di nav tekoşînê de bin.