Dayika Evrîm Demîr: Bêdengiya Evrîmê mizginiya azadiyê bû
- 11:20 9 Cotmeh 2017
- Rojane
Zeynep Turgut
MÛŞ-Sala 2011'an li navçeya Kop'ê ya Mûşê ciwana bi navê Evrîm Demîr ji bo ku ji Komploya Navneteweyî û ji 14'ê Tirmehê re bibe bersiv bedena xwe da ber agir. Evrîm bi vê çalakiya xwe di temenê xwe yê biçûk de di dîroka kurdan de bû efsan e.
Li girtîgeha Amedê ya Tîpa E ya Hejmar 5 pêşengên PKK'ê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ji bo ku îşîkenceya li ser girtîyan şermezar bikin û Darbeya 12'ê Îlonê îlonê şermezar bikin di sala 1982'yan de dest bi greva mezin a birçîbûnê kirîbûn. Her çar pêşengan di encma vê grevê de di roja 55'emîn de jiyana xwe jî dest dan. Ji ber vê her sal gelê kurd di 14'ê tirmehê de her çar pêşengan bi bir tîne. Sala 2011'an 14 Tirmehê li navçeya Kop'ê ya Mûş'ê jî ciwana bi navê Evrîm Demîr ji bo bîranîna 14 Tirmehê û ji bo ku Komploya Navneteweyî a li dijî Rêberê PKK Abdullah Ocalan pêk hatî şermezar bike bedena xwe da ber agir agir û Evrîm pişt çalakiya ku li darxist ew rakirin nexweşxaneyê lê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Dayika Evrîmê Sûheyla Demîr jiyana Evrîmê a têkoşer ji ajansa me Jinnewsê re vegot.
'Bêdengiya Evrîmê mizginiya azadiyê bû'
Sûheylayê diyar kir ku çalakiya Evrîmê pîroz bû û got ku di wê salê de bi çalakiya Evrîmê hêzên komploger û îşîkenckar wenda kirin û wiha axivi;"Evrîm keçeke jîr û jêhatî bû. Tu car bêmafî nepijirand. Mereqa wê ya li hemberî têkoşîn û azadiyê her tim hebû. Bêdengiya wê mizginiya azadiya wê bû. Rojên nêzî 14 tirmehê televîzyon zêdetir temaşe dikir. Portreyên Kemal Pîr û hevalên wî temaşe dikirin. Min jê dipirsî 'Evrîm tu çima 24 seatan portreyan temeşe dikî ?' bersiv neda min. Wê şevê jî em bi hev re rûniştîn me fêkî û çay vexwar. Piştre wextê xewê bû em ê biçûna raketana, êdî nîva şevê bû. Ji xwe Evrîmê ji me re got ez ê biçim rakevim. Bavê Evrîmê derket hat ji min re got 'Dengê jinekê li cem mala me tê û di nale. Em nizanîn kî ye?' Pişt re min jî jê re got em herîn lê mêze bikîn. Bavê wê jî ji min pirsî 'Evrîm li ku ye?' Min çawa lê nêrt Evrîm bû. Min jî jê re got 'Te çima xwe şewitand?' Ji min re got 'Ez ji bo gelê xwe yê mazlûm û ji bo wate û şermezarkirina 14'ê Tîrmehê ji bo Serok Apo û ji bo hestiyên wenda bedena xwe didim ber agir ji bo gelê xwe'. Giran birîndar bû."
'Bi çalakiya xwe bersiva herî mezin da hêzên kompluyî'
Sûheylayê anî ziman ku Evrîmê navê xwe di dîrokê de nivîsand û got ku niha bihezaran Evrîmên min hene û wiha berdewam kir;"Gava ku me ew rakir nexweşxaneyê, pir dixwast car dawî dawî min bibîne. Lê polîsan nehiştin ez carek din rûyê wê yê spî bibînim. Evrîm keçikeke xwedî vîn bû. Pir bêdeng bû. Mirov qet nedifikirî ku wê Evrîmê çalakiyeke wisa mezin pêk bîne. Her tim li bavê xwe hinek dikirin û jê re digot 'Bavo ez ji te zêdetir dizanim û ez partîzanim'. Bi rastî gava ku ev çalakÎ pêk anî me baş zanî ku Evrîmê ji her kesî zanetir e. Herkesî digot temenê wê biçûk e, lê tevgerên wê mezinin. Wateya bêdengiya wê çalakiya mezin bû. Li Dibistanê li taxê herwiha li her qadên jiyanê herkesî ji Evrîmê pir hez dikir. Temenê wê pir biçûk bû. Lê dilê wê û bandora wê pir mezin bû. Wêrekiya wê komplu têk bir. Bi çalakiya xwe bersiva herî mezin da hêzên komploger."
'Heya ku dilepek xwîna me hebe em ê şopdarên têkoşîna wê bîn'
Sûheylayê bi lêv kir ku Evrîmê bi çalakiya xwe hêz da têkoşîna jinan û got ku ew bi Evrîmê serbilindim û wiha pê de çû;" Evrîmê nivîs nivîsandî bû. Di nivîsa xwe de vasiyata wê bû ku li Amedê navçeya Erxeniyê li cem Mustafa Malçok bê definkirin. Mustafa Malçok jî ji bo ku 15'ê Sibatê kompluya Navneteweyî şermezar bike bedena xwe dabû ber agir. Me jî vasiyata wê anî cîh û ew li cem gora Mustafa defin kir. Evrîmê navê xwe li dîrokê nivîsand. Çalakiya wê pir pîroz bû. Ez bi wê û çalakiya wê serbilindim. Çalakiya wê ji bo jinên têkoşer jî bûye ronahî. Heya ku dilopek xwîna me hebe em şopdarên têkoşîna Evîrîmê şopdarên têkoşîna zarokên xwe bîn."








