Faîl nase: Mêrê Cennetê ew kuşt

  • 10:56 9 Cotmeh 2017
  • Rojane
MANÎSA - Li Somayê Cennet Akkuş ji aliyê mêrê bi navê Nurettîn Akkuş ve hat kuştin.
 
Li navçeya Soma ya Manîsayê Cennet Akkuş duh êvarê ji aliyê mêrê bi navê Nurettîn Akkuş ve hat kuştin. Cenazeyê Cennetê li ser îxbarê hat dîtin û cenzeyê wê ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê  ya Somayê.
 
Hat zanîn ku Nurettîn Akkuş ku Cennetê qetilkiribû hatiye binçavkirin.