Salvegera Komploya 9`ê Cotmehê

  • 10:55 9 Cotmeh 2017
  • Rojane
Kawenda Hîlalî
 
KOBANÊ-Serokatî komploya 9`ê Cotmehê bi îdolojî û felsefeya xwe ya demokrasîya sosyolojîk daye tune kirin.
 
Di 9'ê cotmehê de bi derketina serokatî ji Sûriyê di sala 1998'an de komploya Navnetewî dest pê kir, hêzên komploger Amrîkiya, Israyîl, Rûsiya, NATO, DYA'yê bi serkêşiya Tirkiyê komplo pêk anîn. Ev komploya herî mezin a  di dîroaka komara tirk, Kurdistanê û di dîroka PKK'ê de.
 
Di sedsala 19'emîn û 20'emîn de deme di serdema Osmanîyan de, gelên ku demokrasî û azadî xwestin ên mîna ermenî, aşûrî û kurdan bi komployan û bi sîyaseta xabandinê hatin talankirin. 
 
Serhildanên kurdan yên weke Koçgirî, Şêxseyîd, Agirî, û Seyîd Riza dîsa bi komployan hatin tunekirin û ruxandin. Dîsa bi komployan Serokên wan dan kûştin û tekoşîna hatibû despêkirin perçqandin. di dîroka komara tirk de komplo her dem pêk hatine  û ev komplo karekterê vê komarê ye.
 
Komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî di eslê xwe de di sala 1996`an de hîn dema ku Rêber Apo li Sûriyeyê bû hatibu despêkirin. Dijmin dixwest bi teqînekê Serokatî ji hole rabike û hemu rîyan li pêşîya gelê kurd bigre. Ji bo valaderxistina vê komployê û şikandina hêza dijmin, heval Zîlan di 30`ê Hezîrana 96`an de li Dersimê xwe di nav dilê dujmin de teqand.
 
Sedemên Pêkanîna Komployê
 
Di salên 85 û 86'an de bi belavbûna bloka sosyalît re ku Sovyetê jî di nav de cih digirt, hêza serdest ma  kapîtalîzim. Kapîtalîzma ku wekî hêza yekemîn a cîhanê ma sosyalîzm  û demokrasî da tunekirin û xast cîhanek yek tîp ya kapîtalîzmê ku DYA'yê jî re serkêşiyê dike ava bikin. Lê li Rojhilata Navîn avabuna PKK`ê xeta Serokatî û tekoşîna PKK`ê ya azadîxwaz û sosyalîzma reel, li pêşîya hêzên kapitalist dibu asteng.
 
Rêxistin û tekoşîna PKK`ê ku li ser felsefe û îdolojîya Rêber Apo ya xeta demokrasî û sosyalîst ava buyî her diçe pêş dikeve. Ji bo tunekirina vê tekoşînê NATO û Giladyo ketin dewrê. Heya salên notî tekoşîna PKK`ê mezin bû û li Kurdîstanê belav dibe, dewleta tirk bi piştgirîya NATO, Giladyoyê li dijî PKK'ê şerên tunekirinê da despêkirin. Ev dewlet di heman demê de di nava lêgerînên komployan  de bû jî. Lê şoreş hin xurttir bû, vê carê serî li rêbazên hîn cudatir dan û berê xwedan Serokatî.
 
DYA'ê ji bo cihana xwe ya kapitalist di rojhilata navin de ava bike hêza ku ji bo xwe asteng didît PKK'ê bû. Ji bo vê jî bi mutefîkê xwe Tirkiyê re lî Almanyayê PKK xistin lîsteya terorê. Heya salên 98`an PKK`e di warê sîyasî, leşkerî û îdolojîk de li her çar parçê Kurdîstanê belav dibe û bi bandora dibe. Di vê demê de ABD'êmudaxleyî Rojhilata Navîn dike, Turkyejî dikeve nava hewldanan bi dewletên cîran û Ewrupayê re.Tirkîye, Îsraîl, NATO, ABD'ê û hevkarên xwe  komploya navnetewî li hemberî Serokatî didin despêkirin.
 
Dîl ketina Rêbertî û têkoşîna gelê kurd
 
Di 15`ê Sibata 1999`an de Serookatî li Yewnanistanê hat girtin û birin Tirkiyeyê. Bi bihîstina vê re gelê kurd weke topeke agir teqiya li Kurdîstan, Tirkiyê û Eurwpa yê. Bi milyonan kurd rabun ser pîyan, lî rojhilatê Kurdistanê cara yekemîn gel bi girseyî rabû ser pîyan. Li bakurê Kurdistanê û  li Tirkye bi hezaran maşîn, dukan, market û banka hatin şewitandin, gel û ciwan narawestiyan. Wisa bû ku êdî tu kes nikaribû ji malên xwe derbikevin. Bi dehan kes ji bo Serokatî agir bi canê xwe xistin. Komplogeran wisa hesab kiribun ku wê Rêbertî bigirin û PKK'ê di şeş mehan de tune bikin. Lê hesabê barxwedana gelê kurd nekirbûn.
 
Rêbertî bi pirojeyên xwe yên nû xeta xwe ya îdolojîk û felsefeya xwe ji nu de da avakirin û pêvejoyeke aşîtî û demokrasiyê da pêşxitin û rêvebirin. Rêbertî bi paradigmayeke nû, fikrên nû rêyek çareseriyê pêş xist.  Rêbertî bi lêgerîna xwe ya nû rêxistinek nû, partîbunek nû û jiyanek nû da avakirin ji bo gelê kurd.
 
Komplo çawa hat tunekirin
 
Têkbirina vê komployê bi hewldana Rêbertî ya di nava çar dîwaran de pêşxistina îdolojî û felsefeya nû û li hemberî sîstema kapitalist numuneyên sosyalîzma reel derdixe holê. Helwesta Rêbertî ya di nava girtîgehê de bû serkeftina hebuûna gelê kurd di cîhanê de, tunekirina hemu komplogerên kapitalist û dijminên damokrasîyê, komplo, xefik û pîlanên wan puç û vale derxist. 
  
Têkildarî komployê dayîkên Kantona Kobanê wiha dibêjin:
 
Dayîka bi navê Hemîde Eloş wiha dibêje: "Em ê komploya navneteweyî li ser Rêberê xwe  tu carî qebul nakin ev komplo li dijî gelê kurd pêk hat û bi taybetî li dijî jinê bû. Ji ber ku Serokatî azadiya jinê dixwest.  Îro dayîk li hemberî vê komployê disekinin û dibêjin bê serok jiyan nabe. 
 
Bi Felsefeya Serokatî Rojava bi ser ket
 
Herî dawî dayîka bi navê Leyla Îbrahîm  wiha dibêje: "Em vê komployê şemezar dikin û wiha got:" Ev 19'e sal e serokatî di zindanê de ye. Lê bi ruhê xwe bi mere jiyan dike. Bi felsefa Serokatî çawa Rojav bi serket wê her çar parçê kudistanê jî wisa bi serkevin.  Di vê komployê de dujmin hemu bun yek li hember Serokatî  heya ku dan giritin, gotinek ya pêşîyên me heye ku dibêje ger dujminê te bibe dîwar jî, pişta xwe nedîyê wê rojekê ew dîwar hilweşê. Em ê her ji bo azadiya serokê xwe tekoşîn bikin.