ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2017'AN

  • 09:00 9 Cotmeh 2017
  • Rojev

*Seroka Komeleya Xurtkirina Jinan a Orduyê Mîhrîban Yuvayê, diyar kir ku OHAL kirine hincet û hewl tê dayîn ku xebatên jinan ên li Orduyê û derdora wê tên meşandin asteng bikin. Mîhrîbanê diyar kir ku ew kirêya Stargeha Jinan didin û bal kişand ser zîhniyeta serdest  a mêr a rêveberiyên herêmî.

*Arkeolog Nevîn Soyukaya derbarê hilweşîna li Alîpaşa û Lalebey berdewam dikin de nêrînên xwe anî ziman û got: "Avahiyên li Sûrê bi tescîl an ne bi tescîl, yanî bêyî ji hev veqetînin tên tunekirin.  
 
*Li Nisêbînê di rojên borî de Ayten Ak a ku cenazeya ji bin TOKÎ'yê derket ji cil û bergên wî nas kir, di cihê ku cenaze jê derxistin de di şûşeyek sodayê de navê kurê xwe Adbullah Ak li ser kaxizekê dît.  Malbatê ji bo teşîsê serî li dozgeriyê da û dozgeriyê got 'Ev ne tiştên teqez in, em li benda testa DNA'yê ne. Ew jî ne diyare dê kengî derkeve." BI DÎMEN
 
*Di îdianameya der barê Dayika Aştiyê Rabî Kiran de hatiye amadekirin de, hesabê wê yê tune yê facebookê  wek delîl nîşan dan. Rabî Kiran a ji aliyê malbat û derdorê ve wek 'Havva' tê xîtabkirin, ji ber navê di nasnameyê de 'Rabî' bi kar nîne jî ji aliyê dozgeriyê ve 'Havva' wek nasnav nirxand. Dozgeriyê, Komeleya Jinan a Selîsê ya di îdianameyê de derbas dibe jî wek 'qaşo komeleya jinê' da nasîn.
 
*Berfîn Reqa, bi zor bi mêrekî zewicandî re wek hevjîna duyem zewicî û bi keça hevjînê xwe ya ji hevjîna ewile, Bêrîvanê re di pêngava azadkirina Reqayê de cih digire.  Gelek kesên ji vê têkiliyê re dibêjin dayik-keç, xwişk , ew dibêjin ‘rêhevaltî’.
 
*Endama Meclisa PYD'ê Dîlber Yûsif  derbarê komlopya navnetewî de ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan hat kirin nirxandin kir û wiha got" Hêzên komploger ên desthildar ku ji felsefeya Rêber Apo her di nav tirsekê de bûn, armnca wan ku bi komploya pêk anîn di kesayeta Rêber Apo de  tevgera PKK'ê tesfiye bikin bû. Lê ev daxwaza wan pêk nehat."