Armanca komplogeran têbirina PKK'ê bû

  • 09:31 9 Cotmeh 2017
  • Rojane

Rebia Êto

KOBANÊ - Endama Meclisa PYD'ê Dîlber Yûsif  derbarê komlopya navnetewî de ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan hat kirin nirxandin kir û wiha got" Hêzên komploger ên desthildar ku ji felsefeya Rêber Apo her di nav tirsekê de bûn, armnca wan ku bi komploya pêk anîn di kesayeta Rêber Apo de  tevgera PKK'ê tesfiye bikin bû. Lê ev daxwaza wan pêk nehat." 
 
Endama meclisa Partiya Yekîtiya Demokeratîk (PYD) Dîlber Yûsif Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û diyar ku komplo vala derket,  vîn û îradeya gelê kurd bi ser ket."
 
Hêzên komploger ji felsefiya serokatî bi tirs bûn
 
Dîlber anî ziman ku arrmanca Komploya Navneteweyî  di kesayeta Rêber Apo de tevgera PKK'ê tune bikin û vîna gelê kurd bişkînin. Lê xeyalên hêzên komploger têk çûn.  Dîlberê di berdewamiya axafitna xwe de wiha got: "Gelê kurd ku îradeya xwe ji îradeya Serokatî digire xwe bi rêxstin kir û li hemberî  dijimin sekinî. Hêz û îradeya gelê kurd û tevgera PKK'ê peyameke  xurt bû ji bo hêzên komloger."
 
Dîlber da zanîn ku pirsgrêka gelê kurd ya giştî Rojhelata Navîn e, tenê bi felsefiya serokatî, pirojiya çareseryê ferderaliya Bakurê Sûriyê ku li ser esasê netewa Demokeratîk tevahî pêkhate bi hev re bijîne  tirseke ji bo hêzên desthildar û di axaftina xwe de wiha got: "Gelê kurd ji her ku komplo pêk hatiye ji bo azadiya Rêber Apo li ser piyan e û berxwedan xwe berdewam dike."
 
'Tirsa dijmin ji jinan e'
 
Dîlberê diyar kir ku ji ber girêdaneke xurt a jinên kurd bi rêber Apo re heye dijminên gelê kurd ji jinên kurd ditirsin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dijminên kurdan ji îradeya jinên kurd gelek tirsiyan. Jinên kurd wê bi hêza xwe jinên li Rojhilata Navîn bi felsefeya Rêber Apo rizgar bikin û ber xwedana xwe mezintir bikin."