Li eniya Reqayê du jin: Dayik keç, dost, heval

  • 09:23 9 Cotmeh 2017
  • Rojane

Ruhenda Amed

REQA - Berfîn Reqa, bi zor bi mêrekî zewicandî re wek hevjîna duyem zewicî û bi keça hevjînê xwe ya ji hevjîna ewile, Bêrîvanê re di pêngava azadkirina Reqayê de cih digire.  Gelek kesên ji vê têkiliyê re dibêjin dayik-keç, xwişk , ew dibêjin ‘rêhevaltî’.
 
Pêngava dîrokî ya bi navê ‘şerê mezin’ ya QSD’ê ji bo azadkirina Reqayê da destpêkirin meha 4’emîn li pey xwe hişt.  Şervanên QSD’ê ji sedî 80’ê bajar xistin bin kontrola xwe û pêngav bi pêngav pêş dikevin.  Niha li Nexweşxaneya Watanî û sahaya Futbolê pevçûnên dijwar tên jiyîn û li aliyê din jî  her roj bi dehan sivîl tên rizgarkirin.
Ji fînala pêngava Reqayê re pir kêm maye,  li aliyê din jî çîrokên jiyana şervanan di vê pêngava dîrokê de cihekî girîng digire.  Çîroka Berfîn û Bêrîvana ku li mala mêrê ku bi zorê  pê re hat zewicandin, bûye yek û wek çîroka hevaltiyê dirêj dibe.
Berfîn Reqa ya 25 salî di 14 saliya wê de ji aliyê bavê wê ve bi mêrekî ku nas nedikir yê 35 salî re tê zewicandin. Berfîn ya di temenê diçûk de tê zewicandin zewaca wê 6 salan berdewam dike. Berfîn wek sûcdara ku nabe xwediyê zarokan dişînin mala bavê wê.
 
 Berfîna ku li vir jî rastî zext û şîdeta malbata xwe tê wan rojan wiha vedibêje: “Min ti tiştek nedizanî û bi zora bavê xwe ez hatim zewicandim.  Mafê min yê gotinê tinebû.  Piştî îşkenceya 6 salan şûnde ez vegeriyam mala bavê xwe û min got qey ev êş bi dawî bûye. Vê carê jî malbat û civakê zext li min kirin.Tenê birayê min piştgirî da min.  Birayê min jî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat girtin. Piştre malbata min ez cara duyem zewicandim.”
 
 Em wek heval bûn
 
Berfîn bi zorê bi mêrekî zewicandî re hat zewicandin û bi keça hevjînê xwe Bêrîvanê re dibe dost. Berfîn wiha dibêje: Bêrîvan bû hinceta ku ez ji nû ve vegerim jiyanê. Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ez û Bêrîvanê wek du hevalan tevlî YPJ’ê bûn."
 
Xeta dayiktiyê ya bi hevaltiyê re bûye yek
 
Bêrîvan Reqa ya 18 salî jî da zanîn ku piştî êrîşa DAIŞ’ê jiyana wan serobino bûye û neçar mane ji Reqayê biçin Tîl Semir û pêvajoya ku dîl ketiye destê DAIŞ’ê jî vegot. Bêrîvanê  got piştî pêngava Tîl Semir ji aliyê YPJ’ê ve hatiye xilaskirin û piştre tevlî YPJ’ê bûye.
 
Bêrîvanê diyar kir ku wê her tim Berfîn ne wek hevjîna bavê xwe, wek hevalkê dîtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Fikra min ya tevlîbûna YPJ’ê berê jî hebû. Roja min Berfîn nas kir, me wek heval ji hev hez kir. Piştî dayika xwe min Berfîn wek hevjîneke ku bavê min pê re zewiciye nedît. Min didît ku ne biryara wê ye û êşê dikişîne. Ji ber vê min biryara xwe pê re parve kir û min got em bi hev re bikevin vê rê. Em wek şervan vegeriyan Reqayê û vê jî kêfxweşî da me. Em nekarin vê kêfxweşiyê bi hevokan vebêjin.
 
‘Armanca me eve ku em ji zarokan re pêşerojek baş ava bikin’
 
Berfîn û Bêrîvanê got ev saleke di YPJ’ê de têdikoşin û ev tişt anîn ziman: “DAIŞ’ê ji bilî rojên tarî tiştek neda Reqayê.  Sedema me ya îro a li vir eve ku em ji zarok û jinan re pêşerojek azad bihêlin.”