'Li Sûrê avahiyên dîrokî ji kokê tên hilweşandin'

  • 09:11 9 Cotmeh 2017
  • Rojane

AMED - Arkeolog Nevîn Soyukaya derbarê hilweşîna li Alîpaşa û Lalebey berdewam dikin de nêrînên xwe anî ziman û got: "Avahiyên li Sûrê bi tescîl an ne bi tescîl, yanî bêyî ji hev veqetînin tên tunekirin.  

Avahiyên dîrokî ji kokê tên hilweşandin." Nevînê li dijî hilweşînê banga pêşîgirtinê kir.
 
Navçeya Sûrê ya Amedê ku di sala 1988'an de wek qada SÎT hat îlankirin, ji aliyê qanûnên navneteweyî ve  tevlî krîterên parastinê hatibû kirin û  wek herêma tampon a yekemîn a mîrateya cîhanê nîşan dabû.  Guherîn û hilweşîna ku tê kirin divê li gorî qanûna hejmar 2863 bihata kirin lê mixabin avahiyên dîrokî bi kepçeyan ji kokê tên hilweşandin.
 
'Li Sûrê xaniyên dîrokî tên tunekirin'
 
Arkeolog Nevîn Soyukayayê diyar kir ku avahiyên dîrokî yên Sûrê bêyî nêrîna pisporan bên girtin bi awayekî dijhiqûqî bi kepçeyan ji kokê tên hilweşandin û got dixwazin dîroka Sûrê tune bikin.
 
'Ez nikarim çavdêriyê bikim'
 
Nevînê wiha got: "Her cureyê mudaxaleya fîlî ancax divê di bin çavdêriya arkeologan de bê kirin. Ez wek arkeologekê nikarim biçim bişopînim.  Sûr xistine bin dorpêçê.  Destur nadin em bikevin hundir. Li ser gotinên 'em Sûrê nû dikin' rewşa rewakirin û veşartinê tê jiyîn.  Hilweşîna ev du sal in didome ji mirovan vedişêrin.  Bi tu awayî  li gorî qanûnên navneteweyî tevnagerin."
 
'Rapora kolandinê heye?'
 
Nevînê destnîşan kir ku der barê hilweşînê de tu agahdarî nayên sitendin û got: "Rapora kolandinan heye gelo? Çi di wan kolandinan de hat dîtin? Berhemek dîrokî hat derxistin? Dema em sedema hilweşînê dipirsin dibêjin e m nû dikin.  Ê gelo niha çima li taxên Lalebey û Alîpaşa hilweşîn û dorpêç heye. Avabûna demografiya Sûrê parçe dikin."