KCD: Komplo di 19'emîn salvegera xwe de jî domiya

  • 13:55 8 Cotmeh 2017
  • Rojane
AMED - KCD, bi boneya salvegera 9'ê Cotmeha 1998'an ku Rêberê PKK Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hat derxist daxuyanî da û got: "Komplo di 19'emîn salvegera xwe de jî domiya."
 
Kongreya Civaka Demokratîk a Gelan (KCD) bi boneya Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan a di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê hat derxistin, daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku ew 19'emîn salvegera Komploya navneteweyî ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê hat derxistin,  li pey xwe dihêlin.
 
KCD, da zanîn ku ev komplo bi armanca gelên kurd û tirk bi hev bidin şerkirin, kirinên xwe yên qirêj û tarî pêk bînin hat lidarxistin. KCD, anî ziman ku ji bo gelên têkoşîna azadî û demokrasiyê didin tasfiye bikin û Rojhilata Navîn ji nûve li gorî xwe sererast bikin komployeke berfireh pêk anîn.
 
'Xwestin hêviyên gelên azadiyê têk bibin'
 
KCD, destnîşan kir ku geşedanên derketin holê vê yek bi aşkera radixe ber çavan û wiha got: "Bi vê komployê re dixwestin hêviyên gelê kurd ên azadî û demokrasiyê ji holê rakin û gelên kurd û tirk bikin neyarên hev. Bi pêşdîtin, hestiyarî û berxwedêriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, planên qirêj ên hêzên navneteweyî û herêmî ku dixwestin bi komploya navneteweyî pêk bînin, vala hatin derxistin. Di 19’emîn salvegera komploya navneteweyî de tê xwestin ku komployê li gorî şert û mercên roja me nûjen bikin û ji nûve têxin meriyetê. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan tê meşandin, kûrkirin û berfirehkirina operasyonên leşkerî yên Bakur  tên meşandin, hewldanên têkbirina siyaseta demokratîk a kurd, zext, zordarî, binçavkirin û girtina parlementeran, hevşaredaran, siyasetmedaran, rêxistinên sivîl ên civakî, çapemenî û hemû hêzên demokratîk ên civakî, şandina qeyûmên li ser şaredariyên destkeftî û nirxên gel, bi destê DAIŞ’ê êrîşkirina ser şoreşa Rojava, zex û zordariya dewletên dagirker ên herêmî yên li hemberî vîna xurt a gelê Başûr di referandûma serxwebûnê derketiye holê, êrîşên li Rojhilat û hwd. hemû nîşan didin ku komploya navneteweyî bi pergalî û sratejîk li hemberî gelê kurd hatiye destpêkirin, berdewam dike."
 
'Hesabên stratejîk ên komployê negirt'
 
KCD, di dewama daxuyaniya xwe de ev tişt rêz kirin: "Di çarçoveya van geşedanan de ji ber nêzîkatiya dewletên dagirker ên herêmî li hemberî pirsgirêka kurd û di serî li Tirkiye û dewletên herêmî pirgirêkên demokratîkbûnê û sistema siyasî pirgirêkan dijîn.  Bi kurtasî di bingeha wê de hesabên stratejîk ên komploya 9’ê Cotmehê hene. Gelê kurd wekî duh îro jî bi hemû hêzên pêşketî û demokratîk ên Rojhilata Navîn re têkoşîna demokratîk dimeşîne. Encamên vê têkoşînê di serî de Şoreşa Rojava ye û geşedan, destkeftî û pêşketinên civakî yên li her çar parçeyên Kurdistanê derketine holê ne."
 
Banga piştevaniyê
 
KCD, Komploya Navneteweyî bi tundî şermezar kir û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Di çarçoveya van nirxandinan de em careke din komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê lanet dikin. Em banga hestyariyê li hemû gelê me, hêzên demokratîk ên Rojhilata Navîn û civaka navneteweyî dikin û banga piştevanî û mezinkirina têkoşîna demokrasiyê li her kesî dikin."