ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2017'AN
- 09:00 8 Cotmeh 2017
- Rojev
*Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatiye nirxand û diyar kir ku Abdullah Ocalan bi refleksa nîşan daye komplo vala derxistiye. Leylayê der barê asta niha de axivî û got: "Tevgera herî rêxistinkirî ya li Rojhilata Navîn tevgera Azadiya Kurd e. Hêzên komploger îro li dijî tevgera Kurd neçar man ku helwestek cuda nîşan bidin."BIDÎMEN
*Xebatkara Pirtûkxaneya Baranê Sîbel Sanayê da zanîn ku di encama serdegirtinê de polîsan 30 pirtûk desteserkirine û got piştî OHAL’ê zextên li ser pirtûkxaneya Baranê zêde bûne. Sîbelê bi lêv kir ku li dijî zextan eleqeya gel a li dijî pirtûkan zêde bûye.
*Bîrsen Gonul ya li gundê Ulamiş a Seferîhîsarê dijî, mêşvaniyê dike û aboriya xwe ava dike. Bîrsen jinên derdora xwe jî teşwîqî hilberînê dike û bi hilberîna hingiv tenê namîne, dem bi dem cureyên hingivan tevlihev dike û şifayê jî belav dike. DÎMEN HEYE








