Jin komxebata li dijî 'xirabiya rêxistinkirî' de hatin gel hev

  • 17:23 7 Cotmeh 2017
  • Rojane
STENBOL - Meclisa Jinan a HDP'ê di çarçoveya kampanyaya "Wiha naçe, jin destûrê nadin" komxebatek li darxistin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Besîme Konca got: "Divê em li dijî xirabiya rêxistinkirî têbikoşin û têkoşînê mezin bikin."
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Wiha naçe, jin destûrê nadin" komxebatek pêk anîn. Civîn bi sernavê "Hewldana avakirina nasnameya jinê ya 'meqûl' a AKP'ê - derfetên xeta têkoşîna hevbeş a li dijî vê" li Cagalogluy a Odeya Tabîbên Stenbolê pêk hat. Ji jinên Malên Gel Çîgdem Çîdamli, avakara AKP'ê Fatma Bostan Unsal, nivîskar û femînîst Hasbîye Gunaçti, Hulya Osmanagaoglu, Necla Akgokçe û parêzer Merîç Eyuboglu jî tev lê bûn. Di civînê de gelek akademîsyen, hiqûqnas û berdevkên saziyên jinan jî amade bûn.
 
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Besîme Konca, cezayê ku 6 salan li Wekîla HDP'ê ya Mûşê Burcu Çelîk hatiye birîn şermezar kir û wiha got: "Em dibînin ku bêhiqûqiya AKP'ê dewam dike. Dema em hatin hilbijartin, jin bi baweriya edalet, azadî û demokrasiyê dengên xwe dan. Lê di 1'ê Mijdarê de desthilatdariyê encam ne ecibandin."  Besîme eşkere kir ku dê di 25'ê Mijdarê de mîtînga jinan bê lidarxistin û wiha pê de çû: "AKP dixwaze ji bo jinê nasnameyeke nû biafirîne û me li dijî vê yekê komxebatek pêk anî. Di 25'ê Mijdarê de xebatên me yên ji bo mîtîngekê dewam dikin. Divê em têkoşîna xwe ya rêxistinkirî mezin bikin."
 
Besîme da zanîn ku divê jin li dijî rêxistinkirina xeletî têkoşînê bilind bikin û wiha got: "Heke keda jinê bê tepisandin û  bê înkar kirin û ev li tu dera cîhanê neguhere, divê li hemberî azadiya jinê bi rêzdarî tevbigerin. Em gerek li dijî hemû xeletiyên rêxistinkirî  têbikoşin û têkoşînê mezin bikin."
 
'Li dijî 'xirabiya rêxistinkirî' 
 
Besîme, da zanîn ku AKP bi zanebûn polîtîkayên li dijî jinan pêş dixe û wiha got: "Êrîşek bi pergal û zanebûn li ser vîna jinê heye. Dixwazin koma jinan a di meclisê de têk bibin. Wekîltiya me betal dikin. Li dijî vîna jinê êrîşek mezin heye. Hişmendiya desthilatdariya zilam wisa bi rehetî naguhere. Jinên ku bi sedan salin lêpirsîna vê yekê dikin, zêdetir bi hêz in. Ezmûna me ya dîrokî û wijdanê heye. Ligel ku ev komxebat hat qedexekirin jî me li darxist. Ji vir û şûnde jî em ê çalakiyên xwe bidomînin û em soz didin ku em ê têkoşîna jinan bilind bikin."
 
'Dê jin roja Sêşemê li Kadîkoyê nobetê bigirin'
 
Piştî axaftina Besîme, yekemîn rûniştina komxebatê dest pê kir. Çîgdem Çîdamli, Fatma Bostan Unsal û Hulya Osmanagaoglu wekî axaftvan beşdar bûn. Çîgdem Çîdamli mijara rêbaza bikaranînan polîtîkayên AKP'ê yên li dijî jinan anî ziman û wiha got: "Li dijî van polîtîkayan divê em xwe bi rêxistin bikin. Nexwe em nikarin 'pêşnûmeya miftîtiyê' ya roja Sêşemê 10'ê Cotmehê dê bê dîtin, asteng bikin. Vê carê lez dane karê xwe. Tevgera jinan mîna hêz dibînin. Em ê jî roja Sêşemê li Kadîkoyê nobetê bigirin. Em hemû kesî vedixwînin nobetê."
 
Yek ji damezrînerên AKP'ê Fatma Bostan Unsal jî axivî û wiha got: "Di 28'ê Sibatê de ji ber destmala min ez di qada perwerdê û çemawerî de hatim heram kirin." 
 
Herî dawî nivîskara femînîst Hulya Osmanagaoglu axivî û bertek nîşanî pêşnûmeya miftîtiyê ya AKP'ê da. 
 
Komxebat bi mijarên cûda berdewam dike…