Heyeta HDP'ê li Colemêrgê esnafan ziyaret kir

  • 16:41 7 Cotmeh 2017
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Colemêrgê bernameya HDP'ê a bi dirûşmeya 'Ji bo aştiyê û demokrasiyê em nesekinin, faşîzmê bidin sekinandin' dest pê kir. Xebatên HDP'ê bi ziyareta esnafan didome. 
 
Li Colemêrgê HDP'ê dest bi bernameyê kir.  Di çarçevoya 'Ji bo aştiyê û demokrasiyê em nesekinin, faşîzmê bidin sekinandin' Heyeta HDP'ê esnafên Colemêrgê ziyaret kirin. Rêxistinên HDP'ê, DBP'ê, Parlementerên HDP'ê Hûda Kaya, Bedîa Ozgokce, Lezgîn Botan û Nîhat Akdogan tevlî bernameyê bûn. Esnafên Colemêrgê bi kêfxweşiyeke mezin heyet pêşwazî kirin. 
 
Xebatên heyetê dê li Colemêrgê bi ziyaretan berdewam bike. Sibê jî heyet dê biçe Geverê.