Xizmên windayan di hefteya 452 ‘an de pirsa aqûbeta Mehmet Acar kirin
- 15:34 7 Cotmeh 2017
- Rojane
AMED – Di hefteya 452’an a çalakiya “Bila yên windayî bên dîtin û faîl bên darizandin” de aqubeta Mehmet Acar ê ku di sala 1994’an de li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat wendakirin, hat pirsîn.
Çalakiya ku Saziya Mafên Mirovan a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan ku bi slogana “Bila ên windayî bên dîtin, faîl bên darizandin” di hefteya xwe ya 452’an de hat lidarxistin. Çalakî li Eywana Konferansa Şaxa Amedê (ÎHD) hat lidarxistin. Panqartên “Bila yên windayî bên dîtin faîl bên darizandin” hat hilgirtin. Endamê Komisyona Windayan ên İHD’ê parêzer Hasan Yalçin diyar kir ku di dema hevdîtina girtiyan de ew hîn bûnin ku 9 girtî di hucreyên yekkes de tên girtin.
Hasan wiha berdewam kir û got:” Li Muglayê 7 kes hatin tazîkirin û wêneyên wan li ser medyaya civakî hat parvekirin. Ev tişt bi awayekî vekirî îşkence û sûcê mirovatiyê ye. Hasan daxwaz kir ku rayedar derbarê berpirsiyaran lêpirsînê veke.
Piştre endamê Civata Rêveberiyê ya Şaxa Amedê ya ÎHD’ê Emîn Ermin aqûbeta Mehmet Acar ê ku li Gundê Dîrseklî yê Navçeya Cizîr a Şirnexê hat wendakirin pirsî. Emîn diyar kir ku Mehmet berî ku bê windakirin 3 sal berê hat girtin û piştî ku 7 mehan li Girtîgeha Amedê girtî ma, serbest hat berdan. Emîn diyar kir ku Mehmet piştî serbest hatiye berdan, hatiye tehdît kirin û Mehmet ji ber vê yekê mala xwe biriye Bûrsayê lê dawiyê dîsa vegeriyaye gundê xwe. Dema ku vegeriyaye gund dîsa hatiye binçavkirin û êdî agahî jê nehatiye girtin.
Herî dawî xizmên windayan çalakiya 5 dk a rûniştinê pêk anîn. Piştî rûniştandinê xizmên windayan çalakî bi çepikan bi dawî kirin.








