Dayikên Şemiyê: Faîl ne meçhûl e faîl dewlet e
- 14:59 7 Cotmeh 2017
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan û Kerevan Îrmez li Silopiyayê hat binçavkirin û windakirin bipirsin li Qada Galatasarayê çalakî pêk anîn. Dayikên Şemiyê got ku: "Em dixwazin OHAL bê rakirin. Faîl ne meçhûl e faîl dewlet e."
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin, di hefteya 654'an de li Qada Galatasarayê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de pankarta "Faîl diyar in winda li ku ne" hat vekirin, qurnefîl û laçikên spî yên ku aştiyê temsîl dikin danîn ser wêneyên windayan. Di çalakiya vê heftê de welatiyan aqûbeta Kerevan Îrmez ê di 19'ê Cotmeha 1995’an de li Silopiyayê hat windakirin pirsîn.
Di çalakiyê de Dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan û Wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî amade bûn. Birayê Cemîl Kirbayir ê di 8'ê Cotmeha 1980'yan de hat windakirin Mikaîl Kirbayir jî got ku: "We Cemîl qetil kir lê we bîranîna wî neda kuştin" û pirsa "We cenazeyê Cemîl çi kir?" ji dewletê kir.
'Faîl dewlet e’
Hevjîna Fehmî Tosun ê di 19'ê Cotmeha 1995'an de hat windakirin, Hanim Tosun jî diyar kir ku rayedarên dewletê ker û kor in û wiha got: "Em dixwazin OHAL bê rakirin. Xizmên me ne faîl in, faîl dewlet e."
‘Em hêj li benda te ne tu dizanî’
Nameya ku keça Kerevan Îrmez Zozan Îrmez şandibû hat xwendin. Zozan Îrmez eşkere kir ku dema bavê wê hatiye windakirin, ê herî mezin 12, yê herî piçûk di pêçekê de bi giştî ew 8 xwûşk û bira bûne û wiha got: "Ez 9 salî bûm. Em ê çawa wê travmaya me jiya em ê ji ser xwe biavêjin. Ez ê ji ku dest pê bikim ez nizanin. Salên 1990'î... Ew sal bûn xewnereşkên bi hezaran dayik û bavan, bi hezaran zarokan û bi hezaran jin teslîmê vê êşê kirin, di vê jiyana bê edalet de em bi tena serê xwe têkoşiyan. Em bi hesreta bavê xwe mezin bûn, em hê jî li benda te ne tu dizanî?"
Zozan Îrmez herî dawî diyar kir ku di dema revandinê de torosa spî û maşîneya zirxî hebûye û destnîşan kir ku 22 sal e bavê wê winda ye û rayedarên dewletê der barê bavê wê de tu agahiyan nadin wan.








