Ji ber mobbîngê jinekê jiyana xwe ji dest da
- 11:32 7 Cotmeh 2017
- Rojane
STENBOL - Nadîde Kisa ya ku li banqayek taybet dixebitî xwînariya mejî derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Hevalên Nadîdeyê diyar kirin ku sedama xwînariya mejî ji ber tundiya psikolojîk e.
Nadîde Kisa ya ku li banqayek taybet bi muşteriyên ‘xwedî segmenta mezin’ eleqedar dibû piştî ku ji kar derket li mala xwe neheret ket û li nexweşxaneyê ji ber xwînariya mejî ya ku derbas kir li beşa lezgîn jiyana xwe ji dest da.Hat gotin ku sedema xwînariya mejî ya Nadîdeyê ji ber mobbîngê ye.
Hevalên Nadîdeyê diyar kirin ku mirina Nadîdeyê ji ber tundiya derûnî ye. Nadîde di heman demê de heqaret ji Mudurê şax û herêmê dixwar.








