‘Bandora zêdebûna bacê li xizanan xist’
- 09:30 7 Cotmeh 2017
- Rojane
AMED - Gel ji sedî 40 zema ji bo MTV’ê hatiye kirin rexne kir û di pêşnûmeya qanûna turîk a nû pêşkêşî meclîsê hatiye kirin de zemên ku her alî eleqeder dike cih digirin. Muşavîra Aborî Aygul Înan Okçuyê diyar kir ku ev sererastkirin bêdadiya belavkirina dahatuyê jî zêde dike û got: “Zêdebûna bacê dîsa li xizanan xist.”
Wezîrê Aboriyê Nacî Agbal diyar kiribû ku ji bo Baca Wesayîtên Motorî (MTV) ya ji 27’ê îlonê dest pêkiriye û heta sala 2018’an berdewam dike ji sedî 40 zem hatiye kirin. Der barê rêjeyên zemê de bertek hatibûn nîşandan. Cîgirê serokwezîr Mehmet Şîmşek jî der barê vê yekê de daxuyaniyek dabû. Di daxuyaniya ku hat dayîn de diyar kiribû ku di sala 2018’an de ji bo ‘ji bo pergalên nû yên çekê’ bên girtin wê ji bo sanayiya parastinê 17-18 mîlyar lîra çavkanî bê veqetandin. Mehmet balkişand ser zema MTV’ê û gotibû ‘em ê lêçûnên parastinê bi bacê bikin’.
‘Divê di bacê de edalet pêk bê’
Muhasevana serbest Malî Muşavîr Aygul Înan Okçu wiha got: “Bi vê gûherînê re xwediyên xaniyan wê zêdetir bacê bide aboriyê û qezenca wan ya kirê wê bikeve. Xwediyên xaniyan jî ji bo zirarê ji holê rake, ya wê kirêyên xaniyan yan jî dukanan zêde bikin. Zema ji bo MTV’ê hatiye kirin jî wê bûhayê wesayîtan zêde bike.Divê di bacê de edalet pêk bê.”
Aygulê di berdewamiya axaftina xwe de di pêşnûmeya qanûna turîk a nû ya pêşkêşî meclîsê hatiye kirin de di serî de veguhestin, di kasko, sîgorte, faîzên krediyê de zem tê kirin.
Aygulê bi lêv kir ku gel ji qezenca xwe zêdetir wê bacê bidin û got divê demildest dev ji vê sererastkirinê bê berdan.Her wiha diyar kir ku ev herî zêde bandorê li xizanan dike.








