ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2017'AN
- 09:00 7 Cotmeh 2017
- Rojev
*Komploya navneteweyi ku di 9'ê Cotmehê de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat ket sala 19'emîn. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Mevlude Adsiz diyar kir ku gelê kurd yê ku ji bo Rêber Apo rabû ser piyan hîn jî li ser piyan e û ev tişt got: "Barê li ser milê Rêber Apo êdî yê tevahiya gelê kurd bû." BI DÎMEN
*Piştî fermana 73 yan a 2014 a li Şengalê dayikan gelek êş û azar dîtin, heta niha jî êşa fermanê dikişînin, di vê fermanê de herî zêde jinan êş kişandin. Jinên hem ketin destên DAÎŞ ê û hem jî ji bo nekevin destên DAÎŞ ê xwe ji kendalan de avêtin. Marîn Milko jî di wê demê de zaroka wê ya 14 rojî di destên wê de bû. Niha zaroka wê 3 salî ye. Marîn Milko ji ber ku di bin bandora şervanên azadiyê û peyva 'heval' de mabû, navê zaroka xwe kir Heval.
*Gurbetellî Ersoz ku 20 sal berê jiyana xwe ji dest da bi mîrateya ku ji jin û rojnamegeran re hişt, dilê xwe nexşî dilê jinan dike. Dayika wê Fatma Ersozê got: “Gurbetellî hîna li qadan têkoşîna xwe didomîne.” Rojnamegerên jin jî diyar kirin ku wê bibin şopdarê mîrateya ku Gurbetelliyê ji wan re hiştiye. BI DÎMEN
*Xwişka Şîrîn Kiliçalp a 10’ê cotmehê di komkujiya Enqereyê de hat qetilkirin, Selda Kiliçalpê balkişand bêcezabûna lêgerîna edeletê ya ku ev du sal in didome. Emel Kîtapçi ya di cenazeyê hevjînê xwe de bi axaftina ku kir balkişand ser xwe diyar kir ku wê têkoşîna wan her tim bidome û got ‘Ji nû ve aştî, ji nû ve piştevanî, ji nû ve edalet.”
*Beroşên eşûreyê yên li ser navê aştî û biratiyê hatin ava kirin, dest bi kelê kirin. Çîlem Kuçukkleşê diyar kir ku eşûre nûneriya jiyana bi hev re, a mirovên ji çand û baweriyên cuda ye.
*Gel ji sedî 40 zema ji bo MTV’ê hatiye kirin rexne kir û di pêşnûmeya qanûna turîk a nû pêşkêşî meclîsê hatiye kirin de zemên ku her alî eleqeder dike cih digirin. Muşavîra Aborî Aygul Înan Okçuyê diyar kir ku ev sererastkirin bêdadiya belavkirina dahatuyê jî zêde dike û got: “Zêdebûna bacê dîsa li xizanan xist.”
*Platforma Piştevaniya Bi Sûrê re bertek nîşanê hilweşîna li taxên Alîpaşa û Lalebey ên berdewam dikin dan û da zanîn ku ev wê xwe bigihîne Hewsel û Fîskayayê. Endama Platformê Benazîr Coşkunê da zanîn ku hedefa esas a hilweşîna jiyana komunal e. BI DÎMEN
*Li Tirkiyeyê di meha îlonê de mêran herî kêm 33 jin qetil kirin û li 24 jinan şîdet kirin û 33 zarok jî rastî îstîsmara zayendî hatin. Di 8 mehên ewil ên sala 2017’an de mêran herî kêm 278 jin qetil kirin.








