Destpêkirina Dibistana Amedeyî li Kantona Kobanê

  • 14:39 6 Cotmeh 2017
  • Rojane
KOBANÊ-  Dibistana amedeyî ya Ş. Hogir derîyê xwe ji perwerdeya sala 2017-2018`an re vekir.
 
Yek ji bingehên herî giring ê civakbûnê, bêguman perwerde ye. Ji kurahîya dîrokê heya roja me ya îro gelê kurd ji ber zextên serdestan nekaribûye bi zimanê xwe yê dayîkê bixwîne, binivîsîne û weke her gelê cîhanê bibe xwedî perwerdeyeke bingehîn a bi zimanê xwe.  Gelê Kurd li Rojavayê Kurdîstan jî yek ji van maxdûrên zimanê kurdî ye. her dem neçar maye ku bı zimanê  dewleta serdest û zordar bixe.Bi Şoreşa Rojavayê kurdistanê re cara yekemîn e ku gel dest bi xwendina zimanê kurdî kir û bi zimanê xwe xwe perwerde dike. Li ser vî bingehî mamosteya dibistana amedeyî ya Ş. Hogir Narîn Osman anî ziman ku îsal derfetên wan ên xwendinê ji yên sala borî bêhtirin.
 
Mamosteya waneya Çand û û Hunerê ya dibistana navîn ya Ş. Hogir Narîn Osman derbarê perwerdeya ku didin de nirxandin kir û wiha got: "Li gorî sala derbasbûyî, îsal derfetên me yên perwerdê baştirin. Me sala derbasbûyî pir zehmetî dît der erbarê pêdivîyên xwendinê de û alavên dibistanê de. Îsal şagirt bi hêjmareke mezin tevli xwendina dibistanê dibin. Asteke baş ji aliyê şagirtan ve ji bo xwendin û nivîsandinê hatiye çêkirin."
 
Şagirt bi xwendinê Keyfxweş in!
 
Narîn kêfxweşiya xwendekaran a perwrdeya bi zimanê xwe bi bîr xist û wiha got: "Şagirt bi coş û kêfxweşiyek mezin tên dibistanê û yên ku ne dixwestin bixwînin dîsa vedigerin xwendina bi zimanê xwe. Me beşên wekîwekî civaknasî, çand û exlaq ji li beşên perwerdê yên heyî zêde kirin.  Em bi zimanê xwe kurdî wane didin famkirin û em dixwazin wê bigihînin heta asta zanîngehê ji ber ku îsal zanîngeha me jî vebûye.   Em weke mamosta ji ji hev re dibin alîkar." 
 
bangawazî ji bo mamosteyan
  
Herî dawî mamoste Narîn Osman serkeftin ji bo şagirtan xwest û wiha bang li mamosteyên dev ji kar berdane kir: "ez dibêjim ew mamostayên me yên dev ji mamostatiyê berdane bila vegerin û xwedî li zarokên xwe û yên vi gelî derkevin. Ji ber ku  divê em bi xwe xwedî li hev derkevin."