TJA'yê li dijî faşîzmê banga berxwedana bi rêxistin kir
- 15:19 6 Cotmeh 2017
- Rojane
AMED – TJA yê ji bo jidestgirtina parlamenteriya Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP ê Besîme Konca daxwiyanî da. TJA yê diyar kir ku pêdivî ji yekîtî û rêxistina hemû jinan a li dijî faşizmê heye.
Parlementera Sêrtê û Berdevka Meclîsa Jinê Besîme Konca bi hinceta ‘Kirina piropagandaya rêxistinê’ 2 sala ceza girtîbû û parlamenteriya wê hatibû xistin. Bertekên jinan a ji bo ketina parlamenteriya Besîmeyê berdewam dikin. Derbarê vê mijarê de Tevgera Jinên Azad (TJA), li Avahiya Bajarê Amedê daxwuyanî pêk anî. Aqtivistên TJA yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDPê û DBPê beşdarî daxwuyaniyê bûn. Aqtivîsta TJAyê Elif Haran diyar kir ku ketina parlementeriya Besîmeyê ne tesaduf e.
‘Besîme îradeya 6 milyonî ye’
Elîf diyar kir ku Besîmeyê di têkoşîna jinê de wekî aqtivîstekê cihê xwe her dem li pêşiyê girtiye û wiha berdewam kir:”Besîme parlamentera jina û gel e. Biryara meclîsa AKP ê, li dijî îradaya gel tune tê hesibandin.”
‘Em derbasî serîhildana bi rêxistin bibin’
Elîf diyar kir ku Besîme, Fîgen, Nûrsel û Tûba îradeya têkoşîna jinê ye û wiha berdewam kir:” Em bang dikin ku hemû jin li dijî faşîzmê bi rêxistin bibin. Azadkirina jiyanê di destên me jinan de ne. Dê teqez jinê bi ser bikevin.”
Daxwiyanî bi slogana jinan “jin jiyan azadî” bi dawî bû.








