Li Sûr a ku bê av û elektrîk dihat hiştin festîvala xwarinê hat li dar xistin
- 12:19 6 Cotmeh 2017
- Rojane
AMED – Gelê Sûrê ji bo ku malên xwe terk bikin bi mehan bê av û elektrîk hatin hiştin. A niha jî wekî ku henekê xwe bi êşên wan bikin dest bi ‘ festîvala xwarinên herêmî’ kirin.
Piştî serîhildana Sûrê nêzî 4 mehan gelê Sûrê bê av û elektrîk hatin hiştin. Kesên ku li dijî vê yekê bê deng man a niha jî standa berhemên herêmî vekirine. Polîtiqayên bişaftin û tunekirinê yên ku ji aliye qayyiman dest pê kiriye, bi vî awayî careke din jî derket holê.
Gelên Sûrê jî bertek nîşanî festîvalê dan û wiha axivîn:”Wekî ku henekê xwe bi me bikin li vir festîval ava kirine. Berê mirov hîn rehet dihatin vir. A niha ji bo dîtina vê hilweşîn û talanê kes nayê vir. Wan dîrok tune kirin.”








