Rojbîn Zagros: 'Jinên Dêra zorê xwe amade bikin ku em azadiyê bi dest bixin'
- 09:05 5 Cotmeh 2017
- Rojane
Sorgul Şêxo
DÊRA ZORÊ - Şervana Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê Rojbîn Zagros armanca xwe ji tevlîbûna Pêngava Bagera Cizîrê anî ziman û got:" Ji kîjan netewî dibe bila bibe, em ê her jinê rizgar bikin".
Keç û xortên her çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê jî cihê xwe di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de girtin û xwestin ku bi xwîna xwe ya zelal dîroka azadiyê binivîsînin û hem jî dawiya çeteyên DAÎŞ'ê bînin. Şervanên YPJ'ê bi hawara hemû jinan ve çûn û bi hezaran jin ji koletiya DAÎŞ'ê xilas kirin. Li Kobanê,Şengalê, Reqqayê û bi dehan bajarên ku hatine rizgarkirin, jin ji zilma dijminê xwînxwar hatin xilaskirin. Herî dawî Şervanên YPJ'ê di bin banê QSD'ê de bi armanca rizgarkirina Rojhilatê Firatê û Bejahiya Rojhilatê Dêra Zorê û bi taybet jî ji bo rizgarkirina jinan dest bi Pêngava Bagera Cizîrê kirin. Di encamê de bi hezaran jin û zarok hatin rizgarkirin her ku jinek dihat rizgarkirin soza şervanên YPJ'ê pêk dihat.
Her şervaneke YPJ'ê çîrokeke wan cuda hene lê bi yek armancê têkoşîn dikin,Rojbîn Zagros di sala 2014'an de tevlî nava refên YPJ'ê bû û cihê xwe di şoreşa rojavayê Kurdistanê de girt.
Rojbîn behsa armanca xwe ya di Pêngava Bagera Cizîrê de kir û wiha got:"Em ê her jinekê ji kîjan netewî dibe bila bibe, rizgar bikin. Ji ber ku min qet zilma li ser jinê qebûl nedikir ez tevlî nava şoreşê bûm,di nava civakê de îşkence li ser jinê dihat meşandin, jin bê hêz û bê îrade didîtin lê niha dema ku jin bûn xwedî îrade êdî hêza xwe dibîne û nas dike. Min cihê xwe di Pêngava Hesekê,Şengalê,Reqqayê û herî dawî di Pêngava Dêra Zorê de girt,dema ku her jinek tê rizgarkirin wateyek jiyanê ya giran pêk tê û êdî gavek ber bi azadiyê ve diçe.
Rojbîn di dawiya axaftina xwe de got:"Em bi hêvî ne ku çi jinên tên rizgarkirin tevlî şervanên YPJ'ê bibin da ku em mil bi mil van dijminan têk bibin, em ji jinên Dêra Zorê re dibêjin ku nêz maye, va ye em hatin xwe amade bikin em ber bi azadiyê ve biçin."
Hêjayî gotinêye ku bi hezaran jinên Dêra Zorê bi destê şervanên YPJ'ê hatine rizgarkirin, Pêngav bi hemû dijwariya xwe dewam dike,rizgarkirina her jinekê di Pêngava Bagera Cizîrê de tê wateya ku êdî gavên nû ber bi azadiyê ve tên avêtin.








