ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2017'AN
- 09:00 5 Cotmeh 2017
- Rojev
*Hasîna Çetînkaya ya li taxa Alîpaşayê dijî û dara wê ya tûyê ya 80 salî di bin siya hilweşînê de têkoşîna jiyanê didin. Hasînayê diyar kir ku nobedara bê ziman ‘dara wê ya tûyê’ êdî bûye hevala malbata wê û got wê desturê nedin birîna wê.
*Şervana Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê Rojbîn Zagros armanca xwe ji tevlîbûna Pêngava Bagera Cizîrê anî ziman û got:" Ji kîjan netewî dibe bila bibe, em ê her jinê rizgar bikin". BI DÎMEN
*Jina bi navê Menal û xwişka wê Delal bi tena xwe bexçe çandin û niha jî bi kêfxweşî berhemên wê radikin. Herdu xwişk di derbarê karê xwe de wiha axivîn :" Em çiqas tena serê xwe bikaribin hilberînê bikin dê ewqas ambargoya li ser Rojava/Bakurê Sûriyê bê şikandin. BI DÎMEN
*Rozerîn Kalkan a li Şaxa TEM a Mêrdînê rastî şîdeta zayendî hat û pişt re hat girtin, ev salek û nîve nayê dermankirin. Rozerîn ku êşa mîdeyê dikişîne, milê wê yê rastê ji sedî 40 têk çûye û divê bê emelyatkirin.
*Di doza Pasûrê ya îstîsmara zayendî de hemû gumanbar hatin tahliyekirin û derket holê ku zaroka mexdur nameyek şandiye dadgehê. F. demek diyar kiribû ku ji ber tehdîdên malbatên gumanbaran giliya xwe şûnde kişandiye û ji bo dadgerê dadgehê jî wiha got: “Roja we ew berdan, dinya bi serê min de hat xwarê.Dema ew ceza bigirin ez ê kêfxweş bibim. Dadger beg, mafê min li erdê nehêle.”
*Pênc êzîdiyên ku di Tebaxa 2014'an de dîl ketibûn destê DAÎŞ'ê li Dêrezorê ji aliyê şervanên YPŞ û hêzên QSD'ê ve hatin rizgarkirin, ji aliyê meclisa TAJÊ ve radestî malbatên wan hatin kirin. BI DÎMEN
*Parlamenter û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca, duh bi biryara ku hat girtin re parlamenteriya wê hat xistin û Dayikên Aştiyê yên Sêrtê bertek nîşanî vê yekê dan. Dayikan diyar kirin ku ew vê polîtîkaya tirsê qebûl nakin û çi dibe bila bibe wê Besîme wek îradeya gelê Sêrtê bimîne.
*Bi ‘Komploya Navneteweyî’ ya 19 sal berê bi derketina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê re, gelek jinî got ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ û bedena xwe dan ber agir û bersiv dan komployê. Jinên gotin ‘Parastina rêbertiyê; bi xwegîhandina alavên azad bûne pêkan e’ û têkoşîna xwe meşandin, îro bi awayên cuda didomînin û berxwedana gelê Kurd li dijî tecrîd û komployê berdewam dike.
*Jinên gotin ‘Ev qanûn wisa berdewam nake' bertek nîşanî guhertina zagonên ku bi rêya Qanûna Xizmetên Nufûsê tên guhertin dan. Jinan da zanîn ku wê li dijî van qanûnan têkoşîna xwe bidomînin û banga berxwedanê li hemû jinan kirin. BI DÎMEN








