Ji bo Parka Ceylan Onkol pêşniyarname hat qebûlkirin

  • 17:02 4 Cotmeh 2017
  • Rojane
AMED – Şaredariya Rezanê, pêşniyarnameya Meclîsa Şaredariyê ya navê “Parka Ceylan Onkol” li Parka taxa Bagcilarê bikin qebûl kir.   
 
Endamên Meclîsa Şaredariya Rêzana Amedê, ji bo navê parka li kolana 1124’an a li taxa Bagcilarê çêdikin bikin “Parka Ceylan Onkol” pêşniyarname pêşkêşî Meclisa Şaredariyê kiribûn. Pêşniyarnameya ku endamên meclîsê pêşkeş kirin, bi yek dengî hat qebûlkirin.
 
Ceylan Onkol a 12 salî di 28’ê Îlona 2009’an de li mezraya Xambaz a gundê Xiraba ya navçeya Lîcê, dema sewalên xwe diçêrand, bi guleya hewanê ya ji Qereqola Yaylayê hatibû avêtin, jiyana xwe ji dest dabû. Qeyûmê tayînê Şaredariya Lîcê hat kirin Sînan Başak di rojên derbas bûyî de navê Parka Ceylan Onkol a li Lîcê, bi navê “Parka Şehîd Firat Sîmpîl” guhertibû.