‘Parlamenteriya gel nayê xistin’
- 15:09 4 Cotmeh 2017
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Derbarê ketina parlamentiya Berdevka Meclîsa Jinê ya HDPê Besîme Konca, ji aliyê jinan ve li Stenbol, Wan, Edene û Mêrdînê daxuyanî hat dayin. Jinên ku jidestgirtina parlamentiya Besîme şermezar kirin peyamên “Ew ê nikaribin hêza jinê bişkînin. Nikarin parlementeriya gel bixin.” dan.
Meclîsa Jinê ya Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan derbarê jidestgirtina parlementeriya Besîme de Rêxistina Bajar a Stenbolê ya HDPê de civîna çapemeniyê pêk hat. Di civîna ku gelek jin beşdar bûn de dovîzên “Besîme Konca îradeya me ye. Em biryara qesrê nas nakin.” hat daliqandin.
‘Em napejirînin’
Endama Koordînasyona Meclîsa Jinê ya HDPê di civînê de diyar kir ku roja meclîs civiya parlamenteriya Besîme ji dest hat girtin. Îlkay wiha berdewam kir û got:” Em jin jidestgirtina parlamenteriya parlamenterên xwe yên îradeya 6 milyonan, teqez napejirînin. Biryara ku ha dayin bê hukim e, Besîme parlamentera me ye. “
‘Ev êrîşa ne tesaduf e’
Endama MYK a HDPê Gulsun Agaoglu jî diyar kir ku ev êrîşa ne tesaduf e. Ew ê nikaribin hêza jinê bişikînin.
WAN
Aqtivîstên TJAyê yên Wanê jî derbarê jidestgirtina parlementiya Besîme Konca û Mamoste Ayşe ya ku bi rêya telefonê di Qenal D yê de gotibû “ Bila zarok nemirin ” daxwiyanî dan.
EDENE
Jidestgirtina parlamenteriya Besîme li avahiya HDPê ya Edeneyê jî bi daxwiyaniyê hat şermezarkirin. Hevseroka HDPê ya Edenê Gulseren Tural diyar kir ku dê li dijî rejîma ‘tekzilamiyê’ têbikoşin.
MÊRDÎN
Meclîsa Jinê ya Mêrdînê ya HDPê jî ji bo piştgiriyê bidin Besîme daxwiyanî dan. Hevseroka Bajarê Mêrdînê ya HDPê Êylem Amak diyar kir ku ev polîtîqana dê nikaribe têkoşîna jinê bişikîne.








