Besime: Tenê gel dikare wekîltiya me bixe
- 11:35 4 Cotmeh 2017
- Rojane
ENQERE - Parlamentera HDP'ê Besime Konca ku meclîsê di 3'ê Cotmehê de wekîltiya wê xist, diyar kir ku heta vîna gel wekîltiya wê nexe, wekîltiya wê bi meclîsê nakeve.
Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca di 3'ê Cotmehê de bi hevkariya AKP û MHP'ê wekîltiya wê li meclîsê hat xistin. Besîme ku ji Îngîlîstanê vegeriya Tirkiyeyê, tevî hemû astengiyan hat navenda giştî ya HDP'ê û gel ziyaret kir. Besîme bi çepikan û tilîlîyan hat pêşwazîkirin. Besîme, li vir axivî û wiha got: "Min jî dixwest dema ku wekîltiya min hat xistin li Lijneya Giştî ya Meclîsê amade bûma, ji ber ku gelek tiştên min bigota hebûn. Lê piştî rêwîtiya balafirê ya 4 saetan ez hatim Stenbolê û fêr bûm ku wekîltiya min xistine. Rewşa ku bi Seroka me Figen dest pê kir, bi wekîlên me Tugba û Faysal berdewam kir. Ev dê bidome û dê bêtir wekîltiya wekîlên me bixin.
Besîmeyê, bertek nîşanî serokwezîr jî da û wiha got: "Tezkereya Serokwezîr em nekirin wekîl. Em bi vîna gel bûn wekîl. Em wekîlên gel in. Em bi vîn û dengê milyonan gelê me yê bi rûmet û hurmet aştî, demokrasî û mafên mirovan diparêze bûn wekîl. Ev vîn bi tezkereya Serokwezîr nayê pîvandin. Heta ku vîna gel wekîltiya me nexe, wekîltiya me nakeve.
Besîme, destnîşan kir ku êdî meclîs bê wate ye û dê ji niha û şûnde bêtir li kolanan bin. Her wiha Besîmeyê, da zanîn ku ew ê li nava zeviyan, fabrîqeyan û kolanan bi hev re bêtir bixebitin û dengê xwe bi hêz bilind bikin û li dijî faşizmê rawestin.








