Di 4 salan de 25 kat zêde bû: 36 hezar xwendekar dema nû di girtîgehan de pêşwazî dikin

  • 09:20 4 Cotmeh 2017
  • Rojane
Habîbe Eren
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî Hewldana Darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde bi OHAL a ku hat îlankirin û çar caran hat dirêjkirin re li dijî ciwanan operasyonên hatin destpêkirin didome. Li gorî daneyên Wezareta Edeletê; niha li girtîgehan bi giştî 33 hezar û 298 xwendekarên girtî hene.  Hejmara xwendekarên girtî ku di çar salan de 25 kat zêde bû, tê payîn ku bi operasyon û girtinan re hîn zêdetir dibe. Her wiha piştî OHAL’ê ku  bi KHK’ê hat dirêjkirin, xwendekar êdî nikarin li girtîgehê bikevin ezmûnan jî.
 
Zanîngeh vebûn û dema perwerda nû dest pê kir. Di dema OHAL’ê de gelek xwendekar dema nû a perwerdê di girtîgehan de pêşwazî dikin.  Ciwanên ku mafên wan yên perwerdê jê hatiye girtin, rastî gelek astengî û zextan tên. Xwendekarên dema ji girtîgehan derdikevin jî ji ber zext û hedefgirtinan nekarin perwerda xwe bidomînin.
 
Di 4 salan de hejmara xwendekarên girtî 25 kat zêde bû
 
Li gorî daneyên Wezareta Dadê; li saziyên înfaza cezayê ji dawiya sala 2016’am heta niha hejmar xwendekarên girtî bûye 36 hezar û 33.  Ev kes jî li dibistanên lîse, onlîsans û lîsansê qeydkirîne.  Sala borî di meham mijdarê de li gorî daneyan li girtîgehan 197 hezar û 297 girtî hebûn. Ji van nêzî 69 hezarî xwendekar bûn. Dîsa li gorî wezaretê di sala 2013’an meha gulanê de hejmara xwendekarên girtî 2 hezar û 776 bû. Bi OHAL’ê re ev zêde bû.
 
Ji sê girtiyan yek xwendekar e
 
Di dîroka Tirkiyeyê de hejmara herî zêde ya xwendekarên girtî di dema AKP’ê de pêk hatiye.  69 hezar girtî di girtîgehan de di bin zor û zehmetiyan de perwerdê dibînin. Ji dawiya sala 2016’an heta niha ji sê girtiyan yek xwendekar e.
 
Bi KHK’yan xwendekar nikarin bikevin ezmûnan
 
Li gorî rapora ku ji aliyê Navenda Xebata Girtîgehan a Tirkiyeyê (TCPS) ya Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfaza Cezayê (CÎSSP) de hatiye amadekirin  a bi sernavê ‘Li girtîgehên Tirkiyeyê xwendekar û mafên wan’ tê gotin ku mafên perwerdehiyê ya xwendekaran tê astengkirin. Xwendekarên ku biryara girtina wan tê dayîn û biryara veşariyê didin ser dosyayên wan, ji mafê perwerdê bêpar tên hiştin.
 
Bi KHK’a hejmara 677 a di mijdara 2016’an de hatiye weşandin de di Destura Bingehîn de mafê perwerdê yê xwendekaran ji destê wan hat girtin.
 
Li jinan her cureyê îşkenceyê hat ferzkirin
 
Li girtîgehan bi taybet li girtiyên jin her cureyê şîdetê tên kirin. Li jinên girtî û binçavkirî bi tehdîdên îşkenceya zayendî û tecawizê her cureyê îşkenceya psîkolojîk tê kirin. Ligel vê yekê  bursa 263 xwendekarî jî hat birîn.