'Em bi felsefeya Rêber Apo hatin rizgarkirin'

  • 09:08 4 Cotmeh 2017
  • Rojane

Pelşîn Gabar

 
ŞENGAL - Gelê êzidî yê ku di fermana 3'yê Tebaxa 2014'an de koçberbû, îro pêl bi pêl vedigerin ser axa pîroz a Şengalê û keyfxweşiya xwe tînin ziman. 
 
Dema ku di 3'ê Tebaxa 2014'an de ferman li ser gelê êzidî ji aliyê çeteyên hov yên DAÎŞ'ê ve hatî jiyan kirin, gelê êzidî ji neçarî û di heman deme de yên ku ji komkûjiyê xilas bûyîn belavî dunyayê bûn. Her çiqasî bi darê zorê jî dev ji axa xwe berdan, lê belê tu caran hêviyên vegera warê xwe di dil û mejiyê xwe de neqedandin. li gel ku 3 sal di ser fermanê re derbas bûn jî li gel hemû bê derfetiyan jî gelê Şengalê berê xwe dide axa xwe ya pîroz û tê vedigere Şengalê. 
 
Dayîka bi navê Niam Xudêda jî yek jî wan dayîkane ku di dema fermanê de dev ji mala xwe û erdê xwe berdayî û niha jî vegeriyaye  bajarokê xwe yê Xanesorê. Dayika Niam wiha  keyfxweşiya xwe ji ajansa me re  anî  ziman; "Em niha bi hatina xwe ya li ser axa xwe pir keyfxweşin. Jiyana me ya li kampan pir nebaş bû, pir caran em tîbûn û birçî bûn. Bi hatina xwe ya li ser axa b xwe em gelek keyfxweşin û dilxweşin."
 
'DAÎŞ'ê bi sedan jinên êzidî revandin'
 
Niamê li ser vegera xwe ya Şengalê waha got: "Agahî ji me re hat gotin wê êrîş li ser Başûrê Kurdistanê çêbe. Ji ber li wir tirsek mezin dihat jiyîn.  Her kes dizane di fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de bi sedan jin, keç û zarokên me dîl ketin destê çeteyên DAÎŞ'ê û bi darê zorê birin. Ji van kesên ku birin gelekên wan kuştin, di bazaran de firotin û heta roja îro jî bi hezaran hîna di destê çeteyên hov de tên îşkencekirin. Me jî di wê demê de ji tirsa berê xwe da Başûrê Kurdistanê û ev bû sê sal bi zor û zahemet me jiyana xwe berdewam kir. Jiyana me ya li wir pir zehmet bû, tenê du caran alîkarî dan  me û piştre ew alîkarî jî hat qutkirin."
 
'Felsefeya Rêber Apo em rizgar kirin'
 
Niam Xudêda wiha çîroka xwe berdewam kir "Weke tê zanîn rewşa Başûrê kurdistanê ji bo referanduma ku çêbûyî niha ketiya xeteriyê. Her roj me agahiya ku wê êrîş li ser Başûrê Kurdistanê çêbe dibihîst. Ya din jî jiyana me pir xirab bû.  me got hema çawa dibe bila bibe jiyana li ser axa xwe bi rûmetir e û em hatin.  Yên ku di dema fermanê de bi mere bûn alîkar û bi hewara me ve hatin PKK bû, hêviya min ew e ku serkeftin bibe ya PKK'ê û serok APO ji hepsê rizgar bibe. Min pir dixwest li şuna Serok APO kurê min bûye di girtîgehê de.  Ji ber ku yê di dema fermanê de xwedî li me derketin kesên bi fikir û ramanên serok Apo bûn.   Daxwaza zarokên me ew bû ku em carek din bizivirin ser axa xwe. Ger ne ji tirsa ba niha zude em hatibûna ser axa xwe û malên xwe.  Xweziya ferman çênebûna û  em ji cih û warê xwe derneketana. Em ji ber çeteyan ji ser axa xwe çûn. Dema me bihîst ji axa me paqij bûne  em vegeriyan ser malên xwe."
 
Niam Xudêda wiha dawî li axivitin xwe anî; "hêviya min ew rojek ji beriya rojekê Serok APO ji hepsê derkeve û bê di nav me de bijî. "