ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2017'AN

  • 09:00 4 Cotmeh 2017
  • Rojev
*Desteya Rêveber a Ferderaliya Bakurê Sûriyê duh bi dirûşma "Komîn bingeha heqîqeta jinên azad in” civînek bi hevserokin jin ên komînan re kir. BI DÎMEN
 
*Geliyê Botanê ku bi xweza û dîroka xwe tê zanîn û 47 gund wê bi 16 bendavên bi hinceta ‘ewlehiyê’ tê çêkirin wê di bin avê de bimîne. Bendav wê di heman demê de hilberînên wekê hinar, fistik û menengîçê jî tine bike. BI DÎMEN
 
*Gelê êzidî yê ku di fermana 3'yê Tebaxa 2014'an de koçberbû, îro pêl bi pêl vedigerin ser axa pîroz a Şengalê û keyfxweşiya xwe tînin ziman. BI DÎMEN
 
*Li gundê Tilalo yê navçeya Sura Amedê ku di demên berê de hejmara wan bi sedan bû îro li ber têkçûnê ne û hejmara wan kêm bûye. Li boranxaneyên ku bi hezaran kevok li wan tên xwedîkirin ji zilqên wan sûd dihat girtin û zilqên van kevokan wekî ziblê xwezayî dihat bikaranîn. BI DÎMEN
 
*Daneyên nû yên der barê tirkîkirina muzîka kurdî de derdikevin holê. Heya niha bi dehan stranên kurdî hatine dizîn. Bertek û nêrazîbûnên li hemberî pişavtin û diziya mûzîk û stranên kurdî de berdewam dike. Dengbêj Meryem da zanîn ku stranên aîdê herema Botan û Serhedê dizîne û got ku divê ev yek neye qebûlkirin. BI DÎMEN
 
*Piştî Hewldana Darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde bi OHAL a ku hat îlankirin û çar caran hat dirêjkirin re li dijî ciwanan operasyonên hatin destpêkirin didome. Li gorî daneyên Wezareta Edeletê; niha li girtîgehan bi giştî 33 hezar û 298 xwendekarên girtî hene.  Hejmara xwendekarên girtî ku di çar salan de 25 kat zêde bû, tê payîn ku bi operasyon û girtinan re hîn zêdetir dibe. Her wiha piştî OHAL’ê ku  bi KHK’ê hat dirêjkirin, xwendekar êdî nikarin li girtîgehê bikevin ezmûnan jî.
 
*Meclîsa Jinan a HDP’ê li dijî zîhniyeta serdest a mêr kampanyaya ‘Wisa derbas nabe, jin wê desturê nedin ’ da destpêkirin. Cîgira hevseroka giştî ya HDP’ê Beycan Taşkiranê diyar kir ku bi komxebat, bername û civînan hedef dikin ku xwe bigihînin mîlyonan jinî. Beycanê bi lêv kir ku ev hevdîtina dê di 25’ê Mijdarê de serhildanê derxe holê.
 
*Xwediyê RGS Gomlekê M.G ku bi nêzîkatiya xwe ya AKP’ê tê zanîn, hat îdiakirin ku li hemberî jinan ku ji bo xebatê hatiye hevdîtinê, êrîşa îstîsmara zayendî pêk aniye.  Jinê tiştên ku jiya di nameya xwe ya teşîrê re vegot û got ji ber nasnameya xwe ya siyasî rastî tehdîdên M.G tê.
 
*Jinên Edenê bertek nîşanî Nexweşxaneya Şehîr a di rojên borî de hatiye vekirin dan û diyar kirin ku nexweşxane gelek dûre û nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê.  Jinan bi lêv kir ku nexweşxaneya zarokan jî hatiye girtin û birine Nexweşxaneya Şehîr û got di rewşên lezgîn de nexweşxaneyeke ku nêzî wan xizmetê bide tine.