Li Yukselê roja 329'an: Jinek hat binçavkirin

  • 16:08 3 Cotmeh 2017
  • Rojane
ENQERE - Çalakiya kolana Yukselê di roja 329'emîn de berdewam kir. Di çalakiya îro de polisan çalakgerek binçav kirin.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça di roja 209'emîn de berdewam kir. Çalakiya Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin jî di roja 329'emîn de berdewam dike. Çalakgerên ku xwestin li Kolana Yukselê kom bibin û bimeşin pêş Bîrdariya Mafên Mirovan ji aliyê polisan ve hatin astengkirin. Polîsan destûr neda çalakger li vê kolanê daxuyaniyê bidin. Çalakgeran li vir pankarta "Çalakiya gireva birçîbûnê ya Nûriye û Semîh di roja 209'an de ye. Nuriye û Semih serbest berdin" vekirin û dirûşmên "Nuriye û Semih rûmeta me ne" berz kirin. Piştî çalakgeran dest bi daxuyaniyê kirin, polîsan êrîşî çalakgeran kir û pankart çirandin. Polîsan di êrîşê de çalakgerek binçav kirin û çalakgerên din jî heta dervê kolanê dahf dan û belav kirin.