Hemşîreyên Heyva Sor: Em Xizmeta Gelê Xwe Dikin

  • 15:06 3 Cotmeh 2017
  • Rojane
KOBANÊ- Hemşîreyên Heyva Sor a Kurd diyar kirin ku ew ji bo xizmeta civaka xwe û gelê xwe dixebitin da ku bikaribin civakeke tenduristiya wê baş ava bikin.
 
Heyva Sor a Kurd ku di 2012'an de bi armanceke mirovî hat ava kirin, ji bo xizmeta gel her di nava liv û tevgerê de bû. Cihê xwe hem di milê civakî de girtin û hem jî li rex şervaên YPJ/YPG'ê cihê xwe girtin. Endamên wan di oxira jiyaneke tendûristî de jî jiyana xwe ji dest dan û  gihaştin asta şehadetê. Bi vê yekê îro Heyva Sor  a Kurd a herêma Firatê yekemîn Konfransa xwe li dar xistin. Hemşîreyên ku cihê xwe di nava konfransê de girtin hest û nêrînên xwe parve kirin û wiha gotin:
 
"Em Bi Çeka Tenduristî Şer Dikin"
 
Hemşîreya bi navê Gulîstan Hecî Elî axivî û wiha got:” Ji destpêka avakirina heyva Sor ve, kar dikim. Îro em zarokên xwe, gelê xwe, şervanên xwe ji nexweşiyan diparêzin. Em îro pir kêfxweş in ku em li kêleka şervanên xwe kar dikin, ew bi çeka xwe ya leşkerî û em jî bi çeka tendrustî têdikoşin.” 
 
"Armanca Me Xizmeta Gel e"
 
Zergê Teyfûr jî fikrê xwe yê derbarê Heyva Sor wiha anî ziman :” Armanca me ew e ku em xizmeta gelê xwe bikin. Dema ku em vegeriyan Kobanê bajar xerabe bûbû, tiştek tunebû lê weke heyva sor me xizmeta vî gelî kir û em roj bi roj karê xwe berfireh dikin da ku em bikaribin xebata tenduristiyeke baş bimeşînin.”
 
"Heyva Sor Cihê Xwe Di Her Derê De Digire"
 
Leyla Şêxî kêfxweşiya xwe ji bo lidarxistina konfransê anî ziman û wiha got:”Em îro pir kêxweş in ji bo ewqas kes beşdarî Konfransê bûn. Heyva Sor bi erka xwe radibe û bê berjewendî xizmeta gelê xwe dike.”