Li herêma Cindirêsê sonda fermî hat xwarin

  • 14:10 3 Cotmeh 2017
  • Rojane
 
 
EFRÎN - Hevserokên Komînan ku li navçeya Cindirêsê ya girêdayî herêma Efrînê  bi serketin ji bo dest bi karê xwe yê fermî bikin sond xwarin.
 
Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê civînek ji bo sondxwarina hevserokên ku di hilbijartina pergala federaliya demokratîkde  bi serketin li dar xist. Civîna ku hat li darxistin Sed û 41 hevserok ji bo ku sond bixwin  tevli bûn.
 
Civîn li megbeza herêma Cindirêsê hat lidarxistin. Cihê civînê bi pankartên ku li ser wan:”Bi hêza keda jinan em ê pergala federalîzma demokratîk ava bikin” û “Komun misogerkiriya azadî û wekheviyê di navbera jin û mêr de ye” hatibû nivîsandin hat xemilandin.
 
Civîn bi deqeyek  rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, ji bo kar û xebatê komînan werin naskirin belge bi erebî û kurdî ji hêla Endamê Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyeyê Hêvîn Husên ve hat xwendin.
 
Di belgeyê de hat diyarkirin ku ji bo civak xwe bi xwe birêve bibe divê beriya her tiştî xwedî  hişmendiyeke pêşketî û birêxistinkirî be.
 
Civîn bi sondxwarina fermî bi dawî bû.