Li Tokatê jinek hat qetilkirin

  • 12:39 3 Cotmeh 2017
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Erbaa ya Tokatê jina bi navê Arzu Dîkal piştî ku ji wesayîtê peya bû di encama gulebarana hat kirin de jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçe Erbaa ya Tokatê jina bi navê Arzu Dîkal a 42 salî ku li fabrîkeya tekstîlê dixebitî piştî ku ji karê xwe derket li ber mala xwe ji wesayîtê peya bû. Arzu piştî ku peya bû ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve rastî erîşa gulebaranê hat. Arzu ya ku rastî gulebaranê hat rakirin Nexweşxaneya Erbaayê  jiyana xwe ji dest da.