Kevana zêrîn amadahiya konfirensê dike

  • 11:50 3 Cotmeh 2017
  • Rojane
EFRÎN – Tevgera  Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê jî bo konferansa xwe ya 2'yemîn ku wê di dema pêş de li dar bixe  bi diruşma "Em bi hest û fikrên şoreşê tekoşîna xwe ya çand  û hûnerê mezin dikin" civînek orgenîze kir.
 
Tevgera Kevana Zêrîn bi armanca amedekariya Konferansê xwe ya 2'yemîn ku wê di dema pêş de li darbixe civîneke gerseyî bi dirûşma "Em bi hest û fikrên şoreşê tekoşîna xwe ya çand  û hûnerê mezin dikin" li navenda Çand û Hûnerê ya Kntona Efrînê çêkir. Salona civînê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan û berxwedêrên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dane hatibû xemlandin. Di civîna ku hat lidarxistin de Rêveberên Destiya Jin, Kongira Star, TEV-DEM, weqfa Jinên Azad, Rêveberiya Çand û Hûnerê ya Kantona Efrînê û bi dehan kesên din jî tevli bûn.  
 
Di civîna ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir de piştre piştî ku dîwan hat hilbijartin  pirspektîvên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan bi zimanê kurdî û erebî hatin xwendin.  Paşê rapora kar û xebatê ya  kevana Zêrîn a şeş mehan hat xwendin. 
 
Di civînê de hevaseroka Tevgera Çand û Hûnerê ya Kantona Efrînê Şêraz Hemo axivî, Şêraz diyar kir ku serkeftina îro di qadên Siyasî, civakî, aborî, çandî û leşkerî ku bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat pêkanîn , tevî gelek êrîşan jî lê wan gelek pêşketin bi destxistine û wiha berdewam kir: " Bi felsefiya Rêber Apo em li gel serkeftinên xwe  her roj xwe bi pêş dixin û fikrê xwe nû dikin."
 
Civîn bi nîqaşan, nerînên giring û bi pêşiniyarên ji bo konferansê duyemîn a Kevana Zêrîn bi dawî bû.