Malbat bertek nîşanê zor û zextan anîn

  • 09:27 3 Cotmeh 2017
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED- Rêvebiriya Girtîgeha Girtî ya Tîpa F’a Boluyê zor û zextan li girtiyan dike. Malbatan got ku bila hikûmet dev ji van zor û zextan berde.
 
Zext û zordariyên li ser girtiyan her ku diçe zêyde dibin. Her roj li ser girtiyên siyasî îşkence tê kirin. Niha jî Rêvebiriya Girtîgeha Tîpa F’a Boluyê zor û zextan  li  girtiyan dike. Girtiyên siyasî yên yên li Girtîgeha Tîpa F a  Boluyê mafê wan ê rojname, pirtûk û telefonê ji destên wan hatiye girtin û zext li ser wan zêde bûne. Hevjîna Bayram Arî yê ku ev 7 sale di Girtîgeha Girtî a Tîpa F’ya Boluyê de ye Atiye Arî ji me re behsa zor û zextên ku di girtîgehan de tên kirin kir. Atiye anî ziman ku hevjînê wê tû sûcê wî tune ye û bi awayê kêfî di girtîgehê de tê girtin û wiha got: “Tûndî û îşkence li ser girtiyan tê kirin. Mafê wan ê telefonê ji destên wan hatiye girtin û nahêlin ku bi rêya telefonê xwe bigihînin malbatan. Her  wiha ji aliyekî ve jî tekmîlê didin girityan. Gardiyan ji girtiyan re dibêjin navê xwe, navê bavê xwe û navê dayîka xw bibêjin. Her wiha kincên wan ji wan girtine û bi tenê kincên yek reng didin wan.  Berê rojname diçûn girtîgehê, lê belê rojname niha hatiye qedexe kirin.”
 
‘Niha heman îşkence tê kirin’
 
Atiye di berdewama axaftina xwe de got ku gardiyan ji girtiyên siyasî re dibêjin an hûn ê van kincan qebûl bikin an jî em ê we îşkence bikin û wiha pêl da axaftina xwe: “Di salên berê de çawa ku îşkence li girtiyan dihat kirin niha heman îşkence tê kirin.”
 
‘Tû girtîgeh wekî yên li Tirkiyeyê nînin’
 
Jina bi navê Şadiye Hayme ya ku 3 zarokên wê di girtîgehan de ne wiha bi lêv kir: “Kurekî min di Girtîgeha Girtî a Tîpa F’ya Boluyê de, yek jî di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T’a Bandirmayê de ye û yek jî di Girtîgeha Girtî ya Tîpa D’a Amedê de tên giritin.  Li Girtîgeha Boluyê telefon li wan hatiye qedexekirin û av ji ser wan qut kirine. Bi zorê kincên yek reng li wan dikin. Her wiha heqaretan jî li girtiyan dikin. Dema ku em diçin hevdîtinê jî em rastî zor û zextên gardiyana tên. Hikûmet bi îşkenceya dike dixwaze ku girtî jê re îtaetê bikin   Lê belê girtiyên siyasî qebûl nakin û serê xwe li ber wan natewînin. Zor û zextên ku li Tirkiyeyê li ser girtiyan tên kirin li ti derê nayên kirin û ti der wekî Tirkiyê nîne.”
 
‘Em ê şopdarên zarokên xwe bin’
 
Şadiye di dawiya axaftina xwe de got ku girtiyên siyasî  ji ber kurdayetiya xwe tên îşkencekirin, zor û zext li wan tên kirin  û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Çi dibe bila bibe em ê şopdarên zarokên  xwe bin. Zarokên me tû sûc nekirine ku wan dikin girtîgehê. Sê zarokên min di girtîgehê de ne û hersê jî bê sûc in. Em wekî hikûmeta tirk zilmê li gel nakin. Bila  hikûmeta tirk demildest dest ji vê zilma dike berde û em jî bikaribin bi zarokên xwe re di girtîgehan de bi rehetî biaxivin.”