'Ger tecrîd li Îmraliyê rabe wê li Tirkiyeyê jî rabe'
- 09:15 3 Cotmeh 2017
- Rojane
Bengîsu Komurcu
STENBOL- Endama Koordînasyona Jinan a HDP'ê Îlkay Yenîgunê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî û got: "Ger tecrîda li Îmraliyê rabe wê li Tirkiyeyê jî rabe. Em ê jin dîsa li kolanan bin û xwedî li nirxên xwe derkevin û ji tecrîd û qirkirina jinê re bêjin na."
Endama Koordînasyona Jinan a HDP'ê Îlkay Yenîgunê diyar kir ku destura hevdîtinê ji bo malbat û parêzerên Abdullah Ocalan nayê dayîn û ev tişt got: "Tecrîd di şexsê Abdullah Ocalan de li hemû gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê tê kirin û li dijî kesên li alî aştiyê ye."
Îlkayê bal kişand ser aliyê tecrîdê ya li ser jinan pêk tê û ev tişt daxuyand: "Em li derve jî vê tecrîdê li ser jinan û gelan dibînin. Bi OHAL'ê re saziyên jinan hatin girtin û hevşaredar hatin girtin, parlamenter hatin girtin. Ev pêvajo ne li dijî FETO'yê li dijî gelê Kurd pêk hat."
'Me kampanya dan destpêkirin'
Îlkayê berdewam kir û bal kişand ser kampanyaya der barê tecrîdê de hatiye destpêkirin û ev tişt vegot: " Jinan gotin em tecrîdê qebûl nakin û me kampanya da destpêkirin. Me got ev wisa naçe û êdî bes e. Me got em ê mafê jinan biparêzin û tecrîdê rabikin."
Îlkayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jinan qezencên xwe yên 40 salî bi bedeldayînê, bi qetilkirin û girtinan bi dest xistiye û got ew ê li kolanan têbikoşin û xwedî li qezencên xwe derkevin.








