Şêwre Yekîtiya Neteweyî li Rojavayê Kurdistanê bi dawî bû

  • 17:18 2 Cotmeh 2017
  • Rojane
GIRKÊLEGÊ- Şêwra Yekîtiya  Neteweyî  li Rojavayê Kurdistanê bi biryarên girîng û lihevkirina tevahî partiyên siyasî li ser gelek xalan bi dawî bû.
 
Li bajarokê Rimêlan li sandîkeya kedkaran Şêwra Yekitiya Netewî bi tevlîbûna 170 nunerên partiyên siyasî, sazî û rêxisinên civakî ji tevahî herêmên Bakurê Sûriyê bi dawî bû. Di Şêwra ku hat kirin de li ser yetiya neteweyî ya kurdan  gelek xalên giring hatin nîqaşkirin. Kesên di şêwrê de  diyarkirin ku di vê êdî nasnameyeke kurdî çêbibê, dem dema kurdan e û şêwir piştî du rojan bi biryarên girîng bi dawî bû.  
 
Piştî nîqaş û nêrîngirtina tevahî aliyan reşa nivîsa biryaran hat xwendin û nêrînên ku lê werin zêdekirin hatin girtin. paşê wê ev biriyar bi awayekî aşkera ji raya giştî re  werin ragihandin