Li Yuksel’ê serîhildan di roja 328’ an de ye
- 16:03 2 Cotmeh 2017
- Rojane
ENQERE- Polîsan mudaxeleyî çalakiya li Kolana Yuksel’ê ku ev 328 roj e berdewam dike, kirin û panqartên çalakgeran qetandin.
Çalakiya grêva birçîbûnê ya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 208’an de ye. Çalakiya kedkarên qamûyê ya ji bo piştgiriya Gulmen û Ozakça ya ‘ Em karê xwe paş’ dixwazin ket roja 328’an. Grêva birçîbûnê ya Esra Ozakça jî di roja 328’an de ye.
Di roja çalakiyê ya 328’an de piştevanên kedkarên qamûyê li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê xwestin ku daxwiyaniya çapemeniyê bidin. Polîsan nehiştin çalakger derbasî hinda Bîrdariya Mafên Mirovan bibin. Çalakgerên ku xwestin li pêş mertalên polîsan daxuyaniyê bidin panqartên “ Di roja grêva birçîbûnê ya 208’an de bila Nûrîye û Semîh bên berdan” ,” Bila Nazîfe Onay serbest bê berdan”, “Parêzerên gel rûmeta me ne, bila parêzeren Nûriye û Semîh serbest bên berdan.” vekirin.
Panqart çawa vebûn polîsan mudaxele kirin û panqart qetandin. Çalakgeran bi sloganên “Nûriye û Semîh ne tenê ne.”, “Em kedkar in, mafdar in , em ê bi ser bikevin” û “Bila Nazîfe Onay serbest bê berdan” çalakiya xwe bi dawî kirin.








