Bi hezaran ciwan di nava çirava hişbirê de ne : Malbat dibêjin ‘ ev polîtîqaya sîxuriyê ye’

  • 12:41 2 Cotmeh 2017
  • Rojane

MÊRDÎN- Li Qosera ku piştî bahis û qumarê bi zêdebûna hişbirê ket rojevê, bi hezaran ciwan hişbirê bi kar tînin. Malbatan diyar kirin ku parqên navçeyê nayê qontrolkirin, rayedar di vê mijarê de bêdeng in, polîs û firoşkar di nav hevkariyê de ne. Her wekî din malbatan bi vê yekê bal kişandin ser polîtîqaya sîxurtiyê.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê piştî lîstikên bahîsê zêdebûna hişbirê welatiyên navçeyê ditirsîne. Di pêvajoya herî dawî de li Qoserê bi hatina qayiman, bi girtin û binçavkirinên cur be cur, navçe ket nava bêdengiyekê. Li navçeya ku piştî zêdebûna bahîsê bi zêdebûna hişbirê ket rojevê, li gor encamên emniyetê 8 hezar ciwan bi awayekî çalak hişbirê bi kar tînin. Welatiyên navçeyê diyar kirin ku bi vekirina dibistanan ev hejmarê zêdetir bibe.
 
8 hezar ciwan maddeyê bi kar tînin!
 
Di pêvajoya dawî de li Kurdistana ku bi destên dewletê bahîs, hişbir û fûhûş tê xwestin ku bê belavkirin, ciwan bi mirinê rû bi rû tên hiştin. Navçeya ku pêvajoya xwerêvebirinê bi girtin û binçavkirinê derbas kir a niha di bêdengiyekê de ye. Li navçeya ku her roj serjimar zêde dibe hejmara ciwanan zêdetir in. Li navçeya ku di pêvajoya dawî de bi hişbirê ket rojevê ji 10 malbatan 4 jê zarokên wan maddeya hişbirê bi kar tînin. Li gor encamên Emniyata Qoserê 8 hezar ciwanên ku temenê wan di navbera 12 û 20 salî de ne maddeya hişbiriyê bi kar tînin.   
 
Li ser giliyan jî parq nayên qontrolkirin!
 
Ji ber ku ciwan li parqa hişbirê bi kar tînin welatiyên navçeyê nikarin piştî saet 21:00 de biçin parqê. Li navçeya ku di serdema dawî de tacîz lê zêde bûye, qada jiyana jinê jî tê tengkirin. Li ser giliyên welatiyan jî parq nayên qontrolkirin.
 
Sîxurî li zarokan tê asêkirin
 
Li hemberî vê bûyera ku gel bi çavekî bi guman temaşe dikin, şaredarî û emniyet tedbîrekê nagirin. Malbat îdda  dikin ku têkiliya dewletê jî bi vê bûyerê heye û diyar dikin ku  hebên berê belaş tê dayin dawiyê bi pera tê firotin. Malbatan diyar kirin ku firoşkar û polîs hevkariyê dikin û bi vê rêyê zarokên wan dikin dijminê wan.