2 jinên êzîdî yên din jî hatin rizgarkirin!
- 11:01 2 Cotmeh 2017
- Rojane
Şêrîn Zêrevan
QAMIŞLO – Pêngava Rizgarkirina Bajarê Reqayê çiqasî pêş dikeve ewqasî hêviya jinên di destên DAIŞ’ê de jî mezin dibe. Ji destpêka pêngava Rizgarkirina Bajarê Reqayê û heta niha gelek jin û zarok ji destên çetayan hatin rizgarkirin û hêvîviyên wan mezintir bûn.
Di nav du salan de gelek zor û zehmetî dîtin, hatin kirîn û firotin weke mirov nehatin hesibandin û her roj bi tirsa mirinê rû bi rû man. Lê şervanên QSD’ê bi hewara wan û gelek jinan ve çûn.
Jina Êzidî ya ji gundê Koço yê Şengalê Nofa Hisên sê salan di nav DAÎŞê de mabû û tiştên gelek xirab jiyabû. Jina Êzîdî tiştên ku jiyabû wiha anî ziman:" Dema ku DAIŞ nêzî gundê me bû me xwest ku em birevin lê mûxtarê gundê me nehişt em derkevin û wiha got:" Bila her kes di mala xwe de be û ji malên xwe dernekevin."
Çîroka bi êş û kêliyên ku nayên jibîrkirin
Nofa,wiha berdewam kir û got: “Dema ku DAIŞ derbasî gundê me bûn ez, dayik û çar xwişkên xwe ketin destê DAIŞ'ê. Lê her çar xwişkê min ên bi navê Firyal , Nehla, Sara û Şehla xwe ji nava destê DAIŞ'ê rizgar kirin. Lê ez nizanim ku çi anîn serê bav û birayên min . DAIŞ’ê dema ku me girt yekser jin û mêr ji hev cuda kirin. Jin derbasî dibistana Koço kirin, keç bi giştî birin Bajarê Mûsilê û paşê jî birin Bajarê Tilehferê, ji Tilehfer derbasî Sûriyê kirin. Bi darê zorê ew zewicandin. Dema ku dixwestin ku tecawizî keçekê bikin ya destên wan girê didan an jî dermanê hişbir didan wan.”
Gelek caran min xwest ku ez birevim!
Tiştên ku bi serê Nofa de hatiye pir dijwar û bê mînak e. Nofa li ser tiştê ku ji destên çeteyan kişandiye wiha berdewam dike : “Ez 50 caran hatim firotin û tecawiz kirin. Gelek caran êşkence bi min kirin. Gelek rêyên ku ez pê hatim êşkencekirin hebûn wekî kehrebe, celd û kêr. Cara herî dawî jî ez ji tebeqeya çaran avêtin. Ji ber ku min hewil da ku ez birevim. Ez çar caran reviyam lê min li ser sînorê Tirkiyê girtin. Axavtina bi Kurdî jî qedexe bû. Min ji DAIŞ'ê re got: “Yan min bikujin yan jî ez ê xwe bikûjim”. Wan jî digotin: “Eger tu xwe bikûjî tê li dojehê di nava agir de bişewite.”
Nofa di dawiya gotinên xwe de wiha got:"Ez spasiya YPG'ê û YPJ'ê dikim, ji ber ku ez rizgar kirin. Hêviya min ew e ku jin û keçên êzidiyan bi giştî ji nav destên çeteyên DAIŞ'ê werin rizgar kirin.”
Ji roja ku hêsîr hate girtin heta a niha hîn agahî ji malbata xwe negirtiye!
Her wiha jina bi navê Viyan Bapîr jî dema ku di destên çeteyên DAIŞ'ê de bû zext û îşkenceyên ku dîtiye wiha tîne ziman:" Ez ji Bajarê Şengalê me temenê min 37'salî ye. Çar zarokên min hene keçek û sê law in. Dema ku DAIŞ derbasî gundê me bû, êrîşî me kirin, jin bi giştî li derekê kom kirin û mêr li dereke din kom kirin. Mêr bi giştî li erdê dirêj kirin û qetil kirin. Ez niha tiştekî li ser malbata xwe nizanim ku mirî ne yan jî sax in.”
Vîyan çîroka zayina kurê xwe jî wiha tîne ziman: “Min di zindanê de lawê xwe yê dawî anî cîhanê. Pişt re min birin Gundê Şîyan ê bi navê Qizil Qiyo ye, ez çar mehan li wir mam. Her roj jî dihatin jinên xweşik ji xwe re dibirin. Paşê berê me dan Bajarê Reqqayê. Piştî Reqqayê em derbasî Bajarê Dêrezorê kirin. Ev çar sal in ku ez li Bajarê Dêrezorê me. Min ji DAIŞ'ê re got temenê keça min 5 salî ye. Gotin, bila temenê wê bibe 9 salî em ê wê bizewicînin.”
Viyan diyar dike ku dema bi gotinên wan nedikir zarokên wê êşkence dikirin û zarokên wê 8 mehan dûrî wê dixistin. Viyan wiha domand: “Zarokên min dixistin nav axê û ew bi tenê li ser rûyê axê dihiştin. Gelek caran jî zarokên min di bin top û teyareyan de dihiştin ji bo ku bitirsînin. Zarokên min bi xwe re dibirin xeta pêşî ya şer ji bo ku zarokên min bimirin.”
Bi sîxan pişta wê dişewitandin
Vîyan wekî xizmetkar birin mala emîrê DAIŞ'ê yê ku bi eslê xwe ji Lîbiyayê bû . Viyan berdewamiya êşkenceya ku kişandiye wiha anî ziman : "Min got tecawizî min nekin ez ê xizmeta we bikim. Lê dîsa jî gelek êşkence bi min kirin. Min 10 caran hewil da ku ez ji nava wan birevim, lê her ku ez direviyam dîsa min digirtin. Dema ku min digirtin jî sîx li ser agir sor dikirin û bi pişta min ve datinîn. Ez Celid kirin. Her wiha dema ku min digirtin ez kehrebe dikirin. Min deh caran hewil da ku ez xwe bikûjim, lê ez nedimirim, mirin jî dest bi min nediket.”
Vîyan di dawiya axavtina xwe de wiha got: “Bi saya hêzên QSD’ê em ji DAIŞ’ê rizgar bûn, hêviya min ew e ku malbat, jin û keçê êzîdiyan bi giştî ji nav destên DAIŞ'ê bên rizgarkirin. Dema ku zarokên min mezin bibin, ez ê tola xwe û zarokên xwe hilînim.”








