'Jinên li Girtîgeha Sîncanê yên nexweş nayên emeliyatkirin'

  • 10:50 2 Cotmeh 2017
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Komîsyona  Girtîgehan a ÎHD'a Enqereyê, derbarê Girtîgehên li Herêma Hundir a Anatolyayê de raporek amade kir. Di rapora ku hat amadekirin de hat diyarkirin ku li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan dermankirina gelek jinên nexweş nayê kirin û jin li wê girtîgehê tên tecrîtkirin. Di raporê de hat aşkerakirin û li wê girtîgehê 18 jin ji penceşêra memikê bigire heta bi nexweşiya kezebê bi gelek nexweşiyên din re rûbirû ne û dermankirina wan ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê astengkirin.
 
Komîsyona Girtîghan a Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) ya Enqereyê. Derbarê Girtîgehên  Li Herêma Hundir a Anatolyê de raporek amade kir.  Di rapora ku ji nameyên girtiyan ên ji ÎHD' re hatin şandin, ji serlêdanên malbatên wan û ji agahiyên ku parêzerên girtiyan derbarê nexweşiyên wan de dan ÎHD'ê hat amadekrin de agahiyên li ser rewşa girtiyên jin ku piraniya wan nexweşin cih digirin. Herwiha di raporê de hat aşkerakirin ku sedema nexweşiyên girtiyan şert û mercên nebaş ên girtîgehê ne. Di beşa encamê ya raporê de jî ev tişt hat xwestin: " Divê ku girtiyên nexweş ên di girtîgehên Tirkiyeyê de ne dermankirina wan bê kirin, nexweşên ku di şert û mercên girtîgehê de nayên dermankirin kirin jî demildest cezayê wan bê rawestandin."
 
Di bedêla bên dermankirin tên tecrîtkirin
 
Di rapora ÎHD'ê de bal hat kişandin ser rewşa girtiyên jin ên li Girtîgeha Sîncanê û ev tişt hat gotin: " Gelek jinên girtî yên nexweş nayên dermankirin û di bedêla bên dermankirin de tên tecrîtkirin. Jinên girtî yên nexweş gelekên wan ji penceşêra memikê bigire hata bi nexweşiya kezebê re rûbirû ne û dermankirina wan ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê astengkirin."