'Ceylan û hemû aktîvîstên TJA'yê serbest berdin'
- 16:03 1 Cotmeh 2017
- Rojane
AMED - Jinên aktîst ên TJA'yê, bertek nîşanî binçavkirina Ceylan Bagriyanik a ku hat binçavkirin dan, diyar kirin ku îradeya jinê hedef hatiye girtin û xwestin ku Ceylan a ku di binçavan de ye û hemû aktîvîstên TJA'yê demildest bên berdan.
Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê Ceylan Bagriyanik a ku di Heyeta Îmraliyê de cih digirt û aktîvîsta TJA'yê ye ku li Wanê di binê çavan de ye li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) daxuyanî da. Di daxuyaniya hat dayîn de Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Amedê Gulşen Ozer axivî. Guşenê bertek nîşanî binçavkirina Ceylanê da û got ku tecrît û tindya tê kirin nayê qebûlkirin.
'Êrîşî Nirxên me dikin'
Gulşen di berdewamiya axafitna xwe de bal kişand ser guhertina navên parkan a li Licê ku ji aliyê qeyûm ve tê kirin û wiha got: "Navê parka Ceylan Onkol diguherin. Vê jî bêyî ku ji bavê kesa navê wê diguherin dikin. Navê Medenî Yildirim jî guhertine. Ev nayê qebûlkirin. Bi guhertina navên parkan êrîşî nirxên me dikin."
'Îradeya jinê di hedefa dewleta baviksalar de ye'
Aktîvîsta TJA'yê Elîf Haran jî bi bîr xist ku Ceylan wekî nûnera jinê di Heyeta Îmraliyê de cih girtiye û wiha berdewam kir: "Ji dîrokê û vir de her jina ku li dijî dewleta baviksalar li ber xwe daye bûye hedefa wê dewletê. Tevgera Jinên Kurd, bi rêxsitinbûna xwe di serî de AKP buye tirsa dilê hêzên paşverû ên li herêmê."
Elîf diyar kir ku binçavkirina Ceylanê bê hiqûqiya dewletê ye û divê ku Ceylan û aktîvîstên TJA'yê demildest bên berdan.
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî bi dawî bû.








