Tundiya li dijî jinê ji aliyê qamerayê ve hat qeydkirin
- 13:41 1 Cotmeh 2017
- Rojane
STENBOL - Li Ataşehirê tundiya ku ji aliyê mêrekî li jineke ku di rê re diçû hat kirin ji aliyê kamerayê ve hat qeydkirin
Li Ataşehira Stenolê di rojên borî de jineke ku ku di rê de diçû ji aliyê mêrekê ku ji dijberve dihat bi tundiyê re rûbirû ma. Bûyer ji aliyê kamerayek ewlehiyê ve hat qeydkirin. Dîmenên ku hatin kişandin li ser medyaya civakî bûn sedema bertekan.
Dîmenên ku hatin kişandin pitre hatin lêkolînkirin û nasnameya mêrê êrîşkar hat tespîtkirin. Hat aşkerakirin ku ji bo mêrê êrîşkar bê girtin lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hat aşkerakirin ku jina hatiye derbkirin rewşa wê baş e.








