Îfadeya Ceylan Bagriyanik nayê girtin

  • 12:30 1 Cotmeh 2017
  • Rojane
WAN - Li bendê ye ku îro îfadeya Aktîvîsta TJA û Endama Heyata Îmraliyê Ceylan Bagriyanik ku ev du roj e di binê çavan de ye bê girtin.
 
Aktîvîsta TJA'yê Ceylan Bagriyanik a ku di serdema pêvajoya çarerseriyê de di nava Heyeta Îmraliyê de jî cih girt berî bi du rojan li Wanê wesayita wê hat sekinandin û hatibû binçavkirin. Ceylan a ku bi hinceta derbarê wê de "biryara binçavkirinê heye" binçav kirin ev du roj in ku li Şaxa TEM'ya Artemêtê di bin çavan de ye.
 
Hat aşerakirin ku wê îro li emniyetê îfadeya Ceylanê bê girtin.